Leyla Şaylemez
11:33 07.01.2014 1 / 14 ZEYNEP KÛRÎŞ
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Parîsê li pişt guleya li 3 jinên kurd ê di 9'ê çileya 2013'an de hate dan, komployeke mezin a li dijî têkoşîna azadiya jinê heye. Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li sirgûnê mezin bûne lê ji nirxên giştî qet qûtnebûne, samîmiyet, bêrîkirina welat û berxwedan a di emrê xwe yê ciwan de hilanîn jiyana nivşên li çar aliyê cîhanê belavbûne lê ji têkoşînê qûtnebûne vedibêje. Şaylemez a ku bi girêdayiya têkoşîna azadiya kurd, kesayetiya bi lez û wêrek re di derdora xwe de kesekî pir dihate hiskirin, Fîdan Dogan jî, bi taybetmendiyên xwe yên bi kedkar, qabiliyeta îknayê, fêmkar, guhdarkar û taybetmendiya ji zahmetiyan re di dema xwe de bersivê dide û hêza wê ya çareserkirinê ji hêla nêzî wê ve hate vegotin.
Cîhan a ku şahidiyeke dem rawestiya kir, di 9'ê çileya 2013'an de di Buroya Enformasyona Kurd a Parîsê sê şoreşgerên jin, sê siyasetmedarên kurd, Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di encama suîkastekî hatin qetilkirin, hişyar bû. Ji qadroyên damezrandina PKK'ê Sakîne Cansiz, çewa bi jiyana xwe ewqas bi mirina xwe jî têkoşîna gelê kurd ji cîhanê re vegot, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di emrên xwe yên ciwan de sirgunan, lêgerînan û hêviyên mezin di têkoşîna xwe yê bi rûmet de pêkanîn re, cîhan şahidiya sê nivşên şerekî ev 40 sal e dimeşe ji hêla hêzên serdest ên cîhanê ve hatin qetilkirin, kirin. Xizmên Fîdan Dogan diyar kirin ku ew bi xebatkariya xwe, bi nêzikatiya histiyarî ya li hemberê zahmetiyan li pêş bûye, yên derdora wê gelek tişt jê hînbûne. Leyla Şaylemez jî xwedî taybetmendiyek girêdayîna têkoşîna neteweyî ya kurd, bi lez û wêrekiya xwe ji hêla derdora xwe ve pir dihate hiskirin, di xebatan de serkeftinê de bi iniyat e.
Fîdan Dogan: Ez dikarim li hemberê komloyê zêdetir bixebitim û bersiv bidim
Fîdan Dogan, cih û warê wê koçberiyê, bi sirgunan ve rê girtiye, şopên komkûjiya Meraşê girtiye, li navçeya Elbîstan a Meraşê ku elewiyen kurd pir li wir dijîn di 17'a Çilê ya 1982'an de ji dayik bû. Yek ji çar zarokên malbatên ku koçberê Ewropayê kiriye ye. Û piştî malbata wê koçberê Ewropayê bû Fîdan Dogan li gund li cem xizmên xwe mabû. Di 9 saliya xwe de çû cem malbata xwe ya li Fransayê ne. Çû neçû dest bi dibistanê kir. Di nava salek du salî de ger bi ziman, ger jî aqilê çalak be bû xwendekareke serkeftî. Ji hêla hevalên xwe yên dibistanê û mamosteyên xwe ve pir hate hiskirin. Di salên dibistanê de lêpirsîn û meraqa wê bi xwe re eleqeya ji pirsgirêkên civakî re anî. Ji ber ji malbatê Bulent Dogan û Elîf Şîmşek tevlî têkoşînê bibûn hişmendiyeke welatparêzî jî hebû. Dema tevlî Mihrîcana Mazlûm Dogan a li Hollandayê pêk hatî bû cara yekemîn girseyeke berfireh a kurdan dît. Pişt re di têkoşîna azadiya kurd de bi awayek aktîf cih girt. Dibistana Lîseyê li Strasbûrgê xilas kir. Piştî sala 1999'an bi awayek aktîf di xebatên Ewropayê de cih girt. Di 15'ê sibata 1999'an de dema di encama komployeke navneteweyî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin de piştî fikirî ew dê bersiveke çewa bide vê komployî tevlî xebatên ku bi giranî dîplomasiyê ye bû. Gotina wê ya "Ez dikarim zêdetir bixebitim bersivê bidim vê komployî" sekina wê, nêzîkahiya wê diyar kir. Dogan ku di qadên ciwan û jinan de xebitî, ji sala 2002'an û vir ve di nava xebatên dîplomasî ya Ewropayê de cih girt. Dogan a endama Kongreya Neteweyiya Kurdistanê (KNK) bû, nûnertiya lîjneya Parîsê dimeşand. Di 9'ê çileyê de piştî komkûjiyê hemû cîhan rabû ser piyan. Di 17'ê çileyê de piştî li Amedê merasîmekî bi beşdariya sed hezaran kes ve cenazeya Fîdan Dogan li gundê Hançiplak a Bajaroka Bariş a girêdayê navçeya Elbîstan a Meraşê hate definkirin. Piştî cenazeyê Dogan anîn Mala Cemxaneyê û Navenda Çandê merasîm hate pêkanîn cenaze hate definkirin.
Bav Dogan: Rojbîn ji bo min dostek baş bû
Bavê Fîdan Hasan Dogan, ji bo wê ev tişt gotin: "Rojbîn ji bern bi sabir, bi bawer û keseke bi vîna xwe bi bawer bû, dizanibû dê li ku, çewa helwest nîşan bide. Xwe bi rêbaza îknayê dida qebûlkirin. Li şûna li her derî her bersivî bide, giraniya cih, pirsgirêk, dixwest derûniya ya li hemberê xwe an jî bertekên wan bipîve, wisa dixwest bersivê bide. Ev taybetmendiyeke wê ya herî berbiçav bû. Di nava malê de jî vê yekî pêk tanî. Di têkiliya xwe ya bi xwişk û birayên xwe re jî rêbaza îknayê, wan fêmkirin û çareseriyê esas digirt. Ez bawerim ji ber ewqas di nava malbat, derdora malbatê ya berfireh, heval û rêhevalên xwe de dihate hiskirin ev bû. Rojbîn, pêşiya her tiştî hewildana wê ya guhdarkirin û wan fêmkirin bi sebir pêk tanî. Rêgeza li hemberê xwe dirûst, bi vê re jî li hemberê pêşberê xwe jî dirûst tevgerandin esas girtibû."
'Min pir tişt ji Rojbîn hînbûm'
Bav Dogan, got ku ji bo wî Rojbîn hevalek baş, mirovek dirust bû û ew pir tişt jê hînbûye. Dogan, da zanîn ku keça wî xwedî li elewîtiyê derketiye. Dogan, destnîşan kir ku di cenazeya wê de elewiyên kurd ne li cem wê bûn û wiha got: "Keça min ji ber elewîtî ketiye vê rewşî xwedî li nasnameya xwe, elewîtiyê parast û bê mirinê bifikire ji bo maf û baweriyê bi haqê ve meşiya. Yê nemeşiyan bila şerm bikin. Yek ji wan jî nikarin av li lingê keça min, şehîdên min bikin. Keça min, lêgeranêke edaletê bû. Di destê wê de dilek û baweriyek paqij hebû. Başqe tu tişt tune bû."
Leyla Şaylemez bû nebû bi unîformaya polîsan re hevnaskir
Leyla Şaylemez ku bi eslê xwe ji navçeya Lîcê ya Amedê bû, ji 8 zarokên malbata zaroka pêncemîn, di sala 1988'an de, li navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê ji dayik bû. Bi gotina bavê wê Cûmalî Şaylemez; "Di sibeha çileyekî bi berf... Hêj ji dayik bû nebû, çavên wê hêj vebû bi unîformaya polîs, bi rûyê zilimkar a dewletê û berxwedana gelê kurd re rû bi rû ma." Hêj 6 saliya xwe malbata wê, ji ber çewsên polîsan reviya û li Almanyayê bi cih bû. Leyla jî, di sala 1994'an de dibistana xwe ya Dibistana Seretayî ya Yuzuncu Yil-Barbaros a Mêrsînê di pola duyemîn berda û çû Almanyayê. Di jiyana Leyla de ji hemû zarokên kurd a piştî 90'î ketine jiyanê hin beş hene. Di sala 1994'an de li kenta Halle ya Almanyayê bi cih dibe û dest bi dibistanê dike. Piştî 9 sal perwerdehiyê ji bo bikeve zanîngehê dest bi amadekariyan dike. Di vê demî de tevgera kurd nasdike û bi awayek aktîf di xebatan de cih digire. Zêdetirê 6 sal li gelek cihên Ewropayê xebatên ciwanan dimeşîne, piştre biryara çûna Qada Parastina Medyayê dide. Piştî 2 sal li wir dimîne ji ber pirsgirêkên tenduristiya wê dîsa vedigere Ewropayê û xebatên xwe yên li ku mabû bi awayek aktîf û bi hêztir berdewam kir. Ji hêla derdora xwe ve wek e jinek dirûst, çalak û asî tê nasîn.
'Keça min zarokatiyeke ji rêzê nejiya'
Dayik Şîfa Şaylemez, diyar kir ku Leyla di temenê zarokatiyê de êşên mirovên mezin di dilê xwe de dikişand û wiha got: "Zarokatiyek ji rêzê nejiya keça min. Biçûk bû lê êşên miroveke mezin di dilê xwe de dikşand. Her tim dema mezin bibe dixwaze bibe mîmar. Carina dibêjim ku xwezî me têkoşîna Kurdistanê di dema xwe de hilgirtibûya, belkî niha dê ne keça min ne jî keseke din miribûna." Xwişka wê Yasemîn Şaylemez jî got: "Xeyala wê ya herî mezin ew bû ku piştî Kurdistan ava bibe bi motosîkletê cîhanê bigere bû. Dijminên mirovahiyê mixabin bê xeyalên xwe pêk bîne wê ji nava me hildan."
'Ciwanek jîr û çeleng bû'
Xalê Şaylemez Abdulvahap Şaylemez, diyar kir ku Leyla xwedî taybetmendiyeke ji hemû neyîniyan re rûbar dibû, di ser pirsgirêkan ve diçû û hêza wê ya çareseriyê hebû, bû. Şaylemez, da zanîn ku xwe pir dida hiskirin û kesayetiyeke wê ya bi espîrî hebû. Xal Şaylemez, ji bo kesayetiya bi reng û bi tevger a Leylayê peyva "Ji bo bifire pêwîstî bi baskan heye" tîne ziman. Xal Şaylemez wiha got: "Salek piştî malbata Leyla ez jî çûm Almanyayê. Ji ber min bi elmenî nizanibû Leyla min dibir her derî. Dibir nexweşxaneyê, banqeyê... piştre jî ji min re digot 'dê bese xalo êdî bi almanî hîn bibe, dibe ez her tim ne li cem te bim'. Hevala min bû, min pir jê hisdikir. Bi qelajî kûştin." Xal Şaylemez, diyar kir ku Leyla her tim ji wî û bavê xwe rexne dikir û digot "Eger we têkoşîneke bi hêz meşandibûya, em dê îro li pêştir bûna." Xal Şaylemez, da zanîn ku dema Leyla nîqaşên siyasî dikir pir hêrs dibû û aciz dibû û got "Hevala Sakîne Cansiz jî her tim dema me didît bi ken digot 'Leyla ewqas bi hêrs e ku mirov nikare pê re biaxive'." Xal Şaylemez ku dema qala Leyla Şaylemez dikir her tim çavên wî tije hêstir dibûn, wiha got: "Lê dilê kesî nedişikand. Xwe pir dida hiskirin, ciwanek pir jîr û çeleng bû. Leyla di dibistanê de jî pir serkeftî bû. Nûçeyan dişopand her êvar. Dema heval şehîd diketin dihate cem min. Bi deqîqeyan digiriya. Dilê wê her tim dişewitî. Ji min re digot 'xalo êdî hûnê karibin herin welat, çiqas xweş e. Xwezî ez jî karibûma hatibûma, em dê bi hev re bigeriyan'. Pir têkiliyên wê yên bi civakî yên xûrt hebûn. Mirovên ku di demeke kin de dinasî wekî bi salan be dinase hîs dida mirovan. Ji min re bi ken digot 'xalo ev kurê te Îshak tîpa gerîla heye, ez dê wî hildim cem xwe'. Min jî digot kurê min ê din hilde, digot 'na ev baştir e'. Bi biçûkan re biçûk, bi mezinan re mezin dibû. Haleke wê ya wekî mezinbû lê biçûkbûye."
'Nedihat neheqiyê, pir bi ekso bû'
Meta Leyla Şaylemez Ayşegul Şaylemez jî, Leyla hêj bi biçûkahiya xwe nedihat neheqiyê û kesayetiyekê wê ya ekso hebû. Met Şaylemez, wiha got: "Mirovek pir bi hirsî û wêrek bû. Bi hovane kûştin. Her sê jî vê yekî heqnekiribûn." Apê wê Abdullah Şaylemez jî, diyar kir ku bi Leyla Şaylemez re di heman temenî de bûn û zarokatiya wan bi hev re derbas bûye. Şaylemez ev tişt gotin: "Ez di pênasîna wê de zahmetî dikşîn im. Nikarim biaxivim. Di heman malî de jiyan kir. Em zarokên nesekînî bûn. Heta carekî di pêlpêlokan de bi jêr ve dibeziya kete erdê, pozê wê şikestibû. Dema ez wan rojan bibîr tînim êş dikşînim. Piştî Leyla çû Ewropayê careke din ya hev nedîtine lê di ser înternetê de hevdîtinê kirine. Me her tim qala neseqirîna xwe ya zarokatiya xwe dikir. Qala xebatên xwe yên li Ewropayê dikir. Di wan deman de pir bi heyecan dibû. Kirinên xwe bi coşek mezin vedigot."
'Rojek beriya bê qetilkirin em bi hev re bûn'
Xwedana mala ku rojek beriya Leyla Şaylemez bê qetilkirin li mala wan a li Parîsê bû Sureyya Aslan jî, diyar kir ku wan ya dawî di 8'ê çileyê de dîtiye. Aslan, wiha got: "Nêzî 4 meh li mala me ma. Bibû wek e yek ji malê. Serê sibehê zû radibû, çay datanî ser agir, taştê amade dikir. Serê sibeha çû pir bê aram bû. Cara yekemîn ew sibeh zû ranebû. Min rabû taştê amade kir. Piştî rabû min jê pirsî çima tu hişyar nebûyî. Aciz bibû. Taştê nekir û derket. Di demên din de pir bi kêfxweş bû, radibû bi min re paqijiya malê dikir. Wek e keça min be." Hevsera Sureyya Aslan, Nûrettîn Aslan jî wiha got: "Ez serê sibehek rabûm taştê amade kiribû. Ji bo em taştê bikin em rûniştin. Çaydan li alê min bû min bi henekî got hevala Leyla ez çaya te ronakim, ez feodalim. Hema got 'Heval hûn îdea dikin ku demokratin. Êdî dev ji vê mejiyî berdin'. Pir bi hîstiyar bû. Di tiştekî biçûk de hema dest bi nirxandinan dikir, rexneyan dikir."
'Kesayeteke wê ya çalak hebû'
Aslan, destnîşan kir ku ji ber di pozê Şaylemez de goşt hebû di dan û standina nefesê de zahmetî dikşand, ji bo tedawiyê demek çûbû Almanyayê, li vir jî xebat dimeşand û di encama xebatan de di ciwanan de tevgeriyeke cidî pêk hat. Aslan, anî ziman ku kesayetiyeke Şaylemez a pir bi aktîf û bi çalak hebû, tiştê dixist serê xwe dikir.
Sibê: Guleyên li azadiya jinên kurd hatine xistin 'kiryar diyar e'
(ea)