LEZGÎN! Gerîllayên HPG û YBŞ’ê derdora Şengalê dorpêç kirin
ŞENGAL/ROJNEWS LEZGÎN! Gêrîllayên HPG, YJA-STAR û şervanên YBŞ’ê dest bi operasyona rizgarkirina Şengalê kirin.
Nûçegihanê RojNewsê ji çiyayê Şengalê diyar kir ku berî kêliyekê gêrîllayên HPG, YJA-STAR û şervanê YBŞ’ê dest bi operasyona rizgarkirina Şengalê kirin. Li gor agahdariyan, gerîllayan derdora Şengalê girtine û çend kîlometre mane ku bikevin nava Şengalê.
Li gor agahdariyan, gêrîllayan piştî rizgarkirina qezaya herî mezin a Şengalê Xanesorê, gundê Dahola yê girêdayî Xanesorê jî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin.
Nûçegihanê RojNewsê diyar kir ku şervanên YPG’ê ji aliyê Rojava ve û gêrîllayên HPG û şervanên YBŞ’ê ji aliyê başûrê Kurdistanê ve dest bi êrişa li dijî gundê Recbil Abid kirin. Gundê Recbil Abid gundekî Erebane û di navbera Rojava û bajarê Şengalê de ye.