1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Leşker hewil dide HPG'ê bikşîne nava pevçûnan'
'Leşker hewil dide HPG'ê bikşîne nava pevçûnan',leşker,hewil,dide,hpg,ê,bikşîne,nava,pevçûnan

'Leşker hewil dide HPG'ê bikşîne nava pevçûnan'

Tabura Leşkerî ya Oremar a Geverê di demên dawî de ji qereqol û qeleqolên nû hatin çêkirin sewqiyata leşkerî dike

A+ A-

SAMÎ YILMAZ

COLEMÊRG (DÎHA) - Piştî mutabaqata hevpar a 10 madeyan a li Dolmabahçeyê hate xwendin di navbera hikûmeta û Serokomar de rageşî pêk anî û peyama dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de hate xwendin li herêma Oremar a Geverê leşkeran dest bi liv û tevgerê û topbaranê kir. Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Samet Tekîn geşedanên li herêmê bû sedema fikaran nirxand û diyar kir ku leşker bi topbarana li herêmên di bin kontrola HPG'ê de dixwazin HPG'ê bikşîne nava pevçûnan.

Tabura Leşkerî ya Oremar a Geverê di demên dawî de ji qereqol û qeleqolên nû hatin çêkirin sewqiyata leşkerî dike. Tabura leşkerî ya nû anîn asta alayê. Ji qereqolên Oremar û Ştazin li hemberî herêmên di bin kontrola HPG'ê de yên bi navê Geper, Sat û Çarçela gelek caran topbaran dikin. Hefteya borî herêmên behsa wan tê kirin ji aliyê leşkeran ve hatin topbarankirin û HPG'ê jî bi hewanan bersiv da. Tevgeriya leşkeran a ligel pêvajoya bêçalakiyê li Şemzînan û xeta sînor berdewam dike. Bi taybet ji herêmê re ketina welatiyên sivîl tê astengkirin û ji bilî welatiyên li herêma Oremara dijîn destûrê nadin tu kesên din.

Salên 90'î paşve veriyan!

Tê gotin ji herêmên Bêsosin, Gevriya Zînî, Goman, Gare û Kirmizitepeyê leşker gelek caran derdikevin operasyonan. Leşker di ketin û derketina Geverê, li Miçîç, Harunan, Dûrê, Pira Xeyal, Kirmizitepe, Bêsosin, Samanli, Gelîşan, Bêgijnî, Çemekurkî, Çeman, Şapatan, Bêgora nokteyên lêgerînê danîn û welatiyan bêzar dikin. Bi tevkariya leşker û polîsan bi ser gundan de tê girtin û herî dawî bi ser gundên Basan û Sekranê de girtin. Weke salên 1990'an mal tên lêgerînkirin û welatî tên binçavkirin.

'Dewlet ji aştiyê re amade nîn e'

Endamê Meclîsa Giştî yê Bajar Samet Tekîn diyar kir ku ji ber rewşê bifikar in û pêvajoya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin li herêmê hêviyekî mezin afirand lê pêvajoya 2 salin berdewam dike ji aliyê dewletê ve baş nehate nirxandin. Tekîn anî ziman ku pêkanînên dewletê yên li herêma Colemêrgê diltirsiyê diafirîne û wiha got: "Bi taybet li herêmên Oremar, Şitazin û Şemzînan leşker ji bo bikeve qadên gerîla, tacîz dike û herêman topbaran dike. Gerîla jî li hemberî van tehrîkan tu bersivê nade. Piştî daxuyaniya Dolmabahçe û peyama Newrozê leşkeran bi awayekî vekirî dest bi tevgerê kir. Li Oremar herêmên gerîla hatin bombebarankirin, li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê operason hat destpêkirin. Bi vê yêkê dibêjin 'Hûn çiqas aştiyê bixwazin jî em ji aştiyê re amade nîn in. Aştiya em dixwazin dê bi xilasbûna we çêbibe' Ji Geverê heya xeta sînor a 135 kîlometreyê 11 nokteyên lêgerînê hatine vekirin. Lêgerînên li herêmê hem ambargoyê pêk tîne û hem jî welatiyan bêzar dike. Her şev sewqiyatên leşkerî nîşaneya amadekariyên aştiyê na yên şer dikin."

'Dixwazin HPG'ê bikşînin nava şer'

Tekîn anî ziman ku têkildarî mijarê bi Waliyê Colemêrgê re hevdîtin kirin û walî got, "Ez nizanim" bersiv da û daxuyaniyên Erdogan rayedarên leşkeran wêrek kirin û wiha axivî: "Ev gotin bi bawer nîn e. Li herêmê bêyî agahiya Serokomar, Serokwezîr, rayedarên leşkeran û waltiyan tu kes tiştekî nake. Tiştên li herêmê tên jiyîn gelek bi fikar in. An leşker bi awayekî keyfî dixwaze şer derbixe an leşker ji daxuyaniyên Erdogan cesaretê digire û an jî hikûmetê polîtîkayên şer xistin dewrê. Bi provokasyonan dixwazin HPG'ê bikşînin nava şer."

Hate zanîn ku li navçeyê heyeta hatî avakirin ji bo têkildarî binçavkirinan de bi Qeymeqamê navçeyê re hevdîtinê bike serlêdan kir û li aliyê din rêxistinên sivîl ên civak dê biçin herêmê û lêkolînan bikin.

(bd)