Leşker û polîsan cardin êrîş bir ser konan
RIHA (DÎHA) - Polîs û leşkeran, êrîş bir ser konên li gundê Zarêta Serxetê yê navçeya Bêrecûkê hatine vedan. Li ser vê yekê pevçûn derketin. Di dema peçvçûnan de leşkeran 4 wesayît şewitandin û 2 kes jî binçav kirin.
Li navçeya Bêrecûka Rihayê, konên berxwedanê yên li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, yên li dijî Kantona Kobanê hatibûn vedan dîsa rastî êrîşên leşker û polîsan hat. Serê sibê saet 05.00'an de bi sedan polîs û leşker bi wesayît leşkerî û TOMA'yan êrîş birin ser konên ku li gundê Zarêta Serxetê hatine vedan. Li ser vê yekê ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv da êrîşê û pevçûn derketin. Ji ber bombeyên gazê gelek welatî ji xwe çûn û polîsan cardin xwest konên berxwedanê bişewitîne.
Leşker û polîsan ji girên derdora konan, gelek bombeyên gazê avêtin welatiyan û bi anonsan jî çêr dan gel. Leşkeran wesayîta birayê Hevserokê Konseya KCK'ê Murat Karayilan, Bozan Karayilan jî di nav de ziyan dan gelek wesayîtan û 4 wesayît jî şewitandin. Her wiha leşkeran bi sedan bombeyên gazê avêtin derdorê û nava gund. Gundî ji ber vê neçar man û ji malên xwe terikandin.
Hat hînbûn ku di pevçûnan de 2 kes hatine girtin û dema binçavkirinê de leşkeran bi wan xistiye. Ji hêla din ve gelek kes birîndar bûne û rewşa 2 birîndaran girane.
Pevçûnên ku serê sibê destpê kiribûn, heya niha berdewam dikin.
(no/lg)