Leşkeran ew bi saxî şewitandin
2 roj berê di encama kolandina gora komî ya li gundê Zivoga Hecîelî de hestiyê 3 mirovan hate ditin. Bi vê hewldanê rastiya bûyera gundê Hirareşê ya navçeya Bassa ya Şirnexê deret holê. Birayê Omer Çetîn Ahmet Çetîn ê 64 salî, diyar kir kir ku leşkeran di sala 1993'an de bi ser gundê wan de girt û piştî birayê wî Omer birîndar kirin, li pey xwe kaşkirin û birin nava gund. Çetîn, anî ziman ku piştî leşkeran birayê wî li pey xwe kaş kirin li nava gund şewitandin. Çetîn, xwest gora birayê wî bê dîtin û kolandin.
Piştî gorên komî li herêmê hatin kolandin û hestiyên bi sedan mirovan derket, hêdî hêdî rastiya dewletê û komkujiya JÎTEM'ê jî ronî dibe. Ji salên 1990'î heta 2000'an 17 hezar û 500 mirov hatin revandin û windakirin. Faîlê kuştin û windakirina 17 hezar û 500 kurd hêj ronî nebûye. Li gel bi salan in dayikên şemiyê û dayiken aştiyê li Stenbol, Amed, Riha, Êlih û Cizîrê her hefte derdikevin kolan û çîrok û serpêhatiyên windayan dixwînin. Li gel ku dayik diyar dikin ku zarokên wan çawa û ji aliyê keve hatine kuştin jî dîsa dozger û dadgerên dewletê li hemberî van şahid û daxwazan nakevin nava hewldanan. Di demê dawî de li ser serlêdanên malbatan ên ÎHD'ê û dozgeriyê gelek gorên komî hatin kolandin û hestiyên bi sedan mirovan derket. Hefteyek berê li navenda JÎTEM'ê ya Amedê hestiyê 16 mirovan, li Baxçeyê Fermandariya Tabûra Cendirmeyan a Bajaroka Pespîna Sîlopiyê hestiyê 3 mirovan û herî dawî jî li gundê Zivoga Hecîelî ya navçeya Bassa ya Şirnexê rastiyên 3 mirovan hatin dîtin. Bi vê bûyerê rastiya bûyera li gundê Hirareşê jî ronî bû. Hate diyarkirin ku di sala 1993'an de leşker û cerdevanan dema bi ser gundê Zivoga Hecîelî de girtin di heman rojê de bi ser gundê Hirareşê de jî girtin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku dema leşker û cerdevanan bi ser gunde girtin, bavê zarokekî Omer Çetîn dan ber guleyan û birîndar kirin. Şahidan, anîn ziman ku piştî Omer Çetin birîndar kirin li pey xwe kaş kirin û wiha gotin: "Leşkeran piştî Omer birin qada gund, ew bi saxî saxî şewitandin û qetilkiin"
'Em dê te bikujin û em çi bixwazin em dê bikin'
Birayê Omer Çetîn Ahmet Çetin ê 64 salî ku 19 sal bere bû şahidê qetilkirina Omer, roja bûyerê vegot. Ahmet, Çetîn, anî ziman ku 19 sal berê di sala 1993'an de berêvarî nêzî 300 leşker û cerdevan hatin û bi ser gundê wan de girtin. Çetîn, dema behsa buyerê kir, wekî ku bûyerê ji nûve bijî û reng û ruyê wî hate guhertin û wiha got: "Ber êvraî bû leşkeran bi ser gund de girt. Leşkeran li gel birayê min hemû gundî baxçê dibistana gund kom kirin. Gundî di lêpirsînê re derbas kirin. Pirsa "We alîkarî bi PKK'ê re kiriye? Pit re birayê min binçavkirin û birin qereqola cendirmeyan. Pişt re hatin malê û li malê lêgerin pêk anîn. Ji birayê min re got 'Ger ku tu neaxive em dê hevsera te şût û tazî bikin û li nava gund bigerînin' Birayê min Omer got 'Min alîkarî nedaye tu kesî. Min bi guleyekê bikujin, lê vê yekê bi min nekin. leşkeran jî got 'Em dê te bikujin û em çi bixwazin bikin' Pişt re birayê min kir qêrîn û xwe ji nava destê wan derxist. Xwe ji eywanê avêt û reviya. Dema birayê min reviya leşkeran ji pişt ve ew dan ber guleyan û gule li ser reşandin."
'Bi erdê re kaş kirin û bi saxî şewitandin'
Ahmet Çetîn destnîşan kir ku piştî Omer Çetin birîndar bû, leşkeran ew li pey xwe kaş kir û birin qada gund." Ahmet Çetîn, ku piştî hehsa vê kêlike kir hesir ji çavên wî hatin xwar û bi dengê ketî wiha berdewam kir: "Bi birîndarî heta mala me hat. Gundiyan kir qêrîn û hawar. Gotin 'Hawar hawar Omer kuştin. Pişti bavê min hawara gundiyan bihîst reviya ber şebakê. Dema di şibakê de li derve nerî, dît ku Omer di nava xwînê de sor bûye û ketiye xwar. Bi halê birîndar xwe kaş kir û çû xwe di nava kevirên mizgeftê de veşart. Pişt re leşeran bi birîndarî birayê min li pey xwe kaş kirin û birin qereqolê. Roja din bavê min ji bo cenazayê birayê min bigire çû qereqolê. Bavê min got "Min bi çavê xwe dît we kurê min kuşt. Wê demê cenazeyê wî bidin min. Fermandar jî got kurê we dijî me ew nekuştiye. Piştî demekê di çala pişt qereqolê dengek hat. Digot 'Bavo, bavo!' Fermandar jî got dengê kurê te hate te? way dijî. Pişti bavê min vala vegeriya, hefteyek şûnde me cenazeyê birayê xwe yê şewitî li hewşa dibistanê dît. Me cesedê birayê xwe yê şewitî dît. Ew bi saxî şewitandin.
'Êşa ku me kişand bila kesekî din nekişîne'
Çetîn, anî ziman ku tenê daxwaza wî bigêje cezayê birayê xwe yê ji aliyê gundiyan ve hatiye veşarin û ji bo wî gorekê çêke. Çetîn, bilêv kir ku wan ev êşa giran kişand, lê naxwazin êdî tu kesên din vê êşê dîsa bikişînin. Çetîn xwest gora birayê wî bê kolanin û hestiyê wî ji nûve defin bike. Çetîn, xwest êdî bira bira nekuje û kuştin li Tirkiyeyê bi dawî bibe. DÎHA (mae)