Leşkeran mudaxaleyî parêzeran kir
Leşkerên Sîlîvrîyê mudaxaleyî parêzeran kir
Di doza sereke ya 193 siyasetmedarên kurd ku di bin navê 'KCK'ê de tê meşandin leşkerên li ber salona rûniştinê rawestiyabûn mudaxaleyî parêzeran kirin.
Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ku 193 siyasetmedarên kurd tên darizandin li Sîlîvriyê berdewam dike. Di rûniştina dozê de leşkerên li ber salonê rawestiyabûn mudaxaleyî parêzeran kir. Dema rûniştinê dest pê kir û parêzerên xwestin biçin salonê rastî astengiya leşkeran hatin. Parêzerên ku xwestin biçin salonê rastî mudaxaleya leşkeran hatin. Li gel vê astengiya leşkeran dîsa serokê heyeta dadgehê xwest rûniştinê dest pê bike. Parêzerên li salonê jî bertek nîşanî Serokê Dadgehê Alî Alçik dan û xwestin parêzerên din jî bigirin hundirê salonê. Prz Huseyin Bogatekin, ji aliyê 4-5 leşkeran ve bi erdê re hate kaşkirin. Piştî ku hemû parêzer hatin ber derî leşkeran dest ji Bogatekin berda
Di dema li salonê û derve rageşî didomiya siyasetmedarên girtî jî dirûşmeyên "Zext me bêzar nakin" berz kirin.
Heyetê 15 deqîqe navber da rûniştinê.
(mae)