1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Leşkerên tirk bi ser Roboskiyê ve girtin
Leşkerên tirk bi ser Roboskiyê ve girtin,leşkerên,tirk,bi,ser,roboskiyê,ve,girtin

Leşkerên tirk bi ser Roboskiyê ve girtin

A+ A-

ANF - ŞIRNEX 19.01.2014 07:56:16 Leşkeran serê sibê bi ser gundê Roboskiyê de girtin. Di serdegirtina malan de leşkeran 7 welatiyên di komkujiyê de xizmên xwe winda kiribûn, binçav kirin. Lêgerîna li malên gundê Roboskiyê didome. Hat zanîn ku leşkeran li gelek welatiyan xist û neheqî li welatiyan kir.

2 sal berê Balafiren şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk, di 28'ê Kanûna 2011'an de li Roboskiyê bombe barandin. Di bombebaranê de 34 welatî hatibûn qetilkirin. Îro serê sibê saet di 05.00'an de yekîyenên leşkeriyê bi ser malên gundê Roboskiyê de girtin. Leşkeran di serdegirtina malan de 7 kesên di komkujiyê xizmên xwe winda kiribûn, binçav kirin. Di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Faruk Encu, Kerem Enc, Yilmaz Enc, Hîkmet Alma, Cevher Uren, Celal Encu, Servet Encu. hatin binçavkirin. Lêgerina leşkeran a li malan û gund berdewam dike. Hat zanîn ku leşkeran hemû mal û avalên malbatnan tev li hev kiriye û lêgerin didome. Sedema serdegirtina malan nehat zanîn.

Dema kurê Kerem Enc Yilmaz Enc li dijî leşkeran derket û nexwest bavê wî bê binçavkirin rastî tundiya leşkeran hat û ew jî hat binçvkirin. Leşkeran piştî 7 kes bençav kirin li wan dan. Hat zanîn ku 7 kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Gunde Bêcuhê.

Hefteya borî welatiyan xwest li dijî "Rêya Ewlehiyê" ku li ser sînor tê avakirin çalakiyê pêk binin û nerazîbûn li dijî hatina walî nîşan dabûn. Leşkeran bi bombeyên gazê mudaxaleyî komê kiribû û ciwanê bi nave Serhat Encu birîndar bûbû. Dîsa dozgerê leşkeri der barê komkujiya Roboskiyê de biryara neşopandinê da bû.