Leşkerên Tirk li sînor bûne tîmên înfazê
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Leşkerên Tirk li xeta sînor bi her awayî di nav bêcezatiyekê de sivîlan dikin hedef û qetil dikin. Ji şoreşa Rojava ya Tîrmeha 2012’an û vir ve tenê li sînorê Bakur û Rojava herî kêm 30 sivîl hatin qetilkirin.
Dewleta Tirk a ji çeteyên dijminên mirovatiyê re sînorên xwe vekir, sivîlên ku piştgiriyê didin berxwedana Kobanê, yan jî ji bo alîkariyê diçin sînor qetil dike.
Yek ji van êrîşên bêperwa ya herî dawî qetilkirina Kader Ortakaya bû. Kader Ortakaya ya 28 salî ya ji Siwêregê berî niha bi 4 hefteyan ji Stenbolê hatibû Pirsûsê û tevlî çalakiya nobetê bibû.
Xwendekara Zanîngeha Marmara Ortakaya, bi armanca pitgiriyê bide berxwedana Kobanê dema 6’ê Mijdarê sînor derbas kir ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin.
30’ê Cotmehê leşkerên Tirk ciwanekî ji Kobanê ji çeneya wî birîndar kirin. Xelîl ê çeneya wî parçe bû, bi giranî birîndar bû.
Li aliyekî ku çete di bin çavdêriya leşkerên Tirk de sînor derbas dikin, sivîl bi awayekî bêrehm tên qetilkirin. Mîna 26’ê Îlonê.
Du birayên ku xwestin ji Kobanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, bûn hedefa guleyên leşkerên Tirk. Yekî ji wan jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû. Dîsa heman rojê kesekî din jî ku xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve bi giranî hat birîndarkirin.
9’ê Cotmehê jî di çalakiyên ji bo piştevaniya Kobanê re leşkerên Tirk li sînorê Tirkiye-Qamişlo zarokeke qetil kirin. 13 kes jî birîndar kirin. Zarokê hat qetilkirin 8 salî bû. ji birîndaran 10 ji Nisêbînê 3 jê ji Qamişlo bûn.
Meha ku li sînor mirov neyên qetilkirin tune ye. Di 8’ê Îlonê de Mistefa Husên ê ji Efrînê dema li xeta sînor li benda xizmên xwe bû ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin.
Ev bîlanço her sal zêdetir dibe. Ji ber înfazên li xeta sînor tu memûrekî dewletê nehat darizandin an jî ceza negirt.
Leşkerên ku ji bêcezatiyê fêde digirin weke komandoyên cinayetê tevdigerin.
Li gor rapora Rêxistina Mafê Mirovan ÎHD’ê di sala 2013’an de li xeta sînor 3 jê zarok herî kêm 21 kes hatin kuştin. 58 kes hatin birîndarkirin. Li gor rapora sala 2012’an 21 kes hatin kuştin 36 kes hatin birîndarkirin. Di vê bîlançoyê de înfazên ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên kirin cih nagire.