1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Leşkerên Tirk êrîşî penaberên Kobaniyê kirin
Leşkerên Tirk êrîşî penaberên Kobaniyê kirin,leşkerên,tirk,êrîşî,penaberên,kobaniyê,kirin

Leşkerên Tirk êrîşî penaberên Kobaniyê kirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Kobaniyên li konbajarê AFAD ê Rihayê, ji ber leşkaran Kobaniyek derb kirin nerazîbûn nîşan dan lê rastî êrîşa bi bombeyên gazê hatin.

Li konbajarekî AFAD’ê ku beşek ji penaberên Kobanê lê bicih bûne duh danê êvarî bûyer derketin. Hat diyarkirin ku bûyer ji ber leşkeran li hember Kobaniyekî şîdet bikar anîne derketiye.

Li gor agahiyên ji Kobaniyên li Konbajaran dimînin hatin wergirtin, leşkeran hemwelatiyek Kobanê xistine odeyeke li ber deriyê ketina konbajar û ew derb kirine.

Kobaniyê rastî êrîşa leşkeran hat, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Ji ber bûyera ku rû da 30 hezar Kobaniyên li konbajar nerazîbûn nîşan dan.

Kobaniyên ji bo şîdeta leşkeran şermezar bikin li ber deriyê ketina konbajar kom bûn dirûşmên, "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG/YPJ" gotin.

Li ser vê leşkeran bi bombeyên gazê êrîşî Kobaniyan kirin. Li ber deriyê konbajar wesayîtên leşkerî hatine bicihkirin.

Çavkanî: DIHA

(ge/rn)