Li 12 bajaran kurd derketin kolanan
Çalakiyên piştgiriya girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ku 66 rojin berdewam dike her ku diçe belav dibe.
Çalakiyên piştgiriya girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ku 66 rojin berdewam dike her ku diçe belav dibe. Di çarçoveya piştgiriya greva birçîbûnê de li Melezgîrt, Bêgiriyê, Colemêrg, Patnos, Mîdyad, Pirsûs Amed, Şirnex, Nisêbîn, Enqere, Mêrsîn û Rihayê çalakiyen meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hikûmeta AKP'ê û helwesta wê hate rexnekirin û diyar kir ku girtî ji ber polîtîkayên înkar û îmhaya şerê taybet dest bi çalakiya greva birîbûnê kirine.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'ê ve di 12'e Îlonê de ji bo azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwaza zimanê zikmakî dest pê kir 66 roj berdewam dikin. Di çarçoveya piştgiriya greva birçîbûnê de li Melezgîrt, Bêgiriyê, Colemêrg, Patnos, Mîdyad, Pirsûs Amed, Şirnex, Nisêbîn, Enqere, Mêrsîn û Rihayê çalakiyen meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. Li navçeya Melezgîrtê ji bo tevlêbûna mîtînga Kopê ya Mûşê belavokên banga tevlêbûnê hatin belavkirin. Li navçeya Bêgiriyê ya Wanê jî di pêşengiya rêveberên BDP'ê de belavokên banga mîtîngê hatin belavkirin. Li Colemêrgê jî xwendekarên lîseyê bi heman armancê meş pêk anîn. Xwendekarênku li Kolana Bulvarê meş pêk anîn, piştî rûniştina 5 deqîqeyan a li ber avahiya BDP'ê ya Colemêrgê dawî li çalakiyê anîn. Li naveya Patnosê ya Patnosê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin. Meşa ku parlementer, rêveber û şaredarên BDP'î jî amade bûn, bi pankarta "Em hevalê me yê rojiya mirinê slav dikin, Roj roja berxwedanê ye, Li hemberên şehadetan bêdeng nemine" bilind kirin û bê navber slogana "Biji berxwedana zindana", "Biji Serok Apo" berz krin. Kom pişti meş û daxuyaniyê belav bûn.
Li ber girtîgeha Tîpa M a Midyatê jî çalakiya greva birçibûnê bi komên nû berdewam dike. Çalakiya ku demek dirêje bi dorveger didome, bi koma reveberên BDP'ê yên ji Şirnex, Cizîr, Sîlopî, Hezex, Qileban, Bêşebab Kerboran û Kertwênê berdewam kir. Komê dema çalakî dewir girt bê navber slogana "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar slav" berz kirin. Girseya ku çalakger ziyaret kir jî li gel çalakgeran Nimêja Înê ya bê dewlet bi girseyî kirin û hikûmeta AKP'ê şermezar kirin.
Rêxistina BDP'ê ya Pirsûsê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Li Amedê jî çalakya KCD'ê berdewam dike. Parlementer û şaredarên ku li avahiya KCD'ê ketine greva birçîbûnê ji aliyê welatiyan û nûnerên saizyên sivîl ên civakî ve hatin ziyaretkirin. Berdevkê Federasyona 78'an Celalettin Can û bedevkên Federasyonê endamên ketine grevê ziyaret kir.
Li Şirnexê jî Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê û rêveberên MEYA-DER'ê bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Malbatan bang li gelê kurd û rayedaran kir û xwest li hemberî daxwazên girtiyan çavên çareeriyê bên avêtin.
Bi hezaran kes meşiyan
Li navçeya Nisêbînê jî bi hezaran kesên ku piştî nimeja înê li Navenda Çandê ya Mitannî kom bûn meşek girseyî pêk anî. Rêveberên BDP'ê MEYA-DER, Înîsiyatifga Dayiken Aştiyê û DOKH'ê te li meşê bûn û sloganên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Girsê piştî li Kolana Şîrînê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî belav bû.
Rêveberiya Vakfa Demokrasî û Civakî (SODEV), jî bi heman armncê daxuyaniyek nivîskî da û piştgiriya xwe anî ziman. Endamên Rêxistina BDP'a Mêrsînê jî bi heman armancê, têkildarî çalakiya 17-18'ê mijdarê li avahiya BDP'e daxuyanî da û banga tevlêbûnê kir. Li Rihayê jî Serokê BDP'a Rihayê Mehmet Çiçek, bang li gelê kurd kir û xwest li hemberî polîtîkayên AKP'ê dakevin kolanan û berxwedana xwe mezin bikin.
DİHA