1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li 12 navendan coşa Newrozê
Li 12 navendan coşa Newrozê,li,12,navendan,coşa,newrozê

Li 12 navendan coşa Newrozê

Li 11 navendan agirê Newrozê bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu" geş bû

A+ A-

Li 11 navendan agirê Newrozê bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu" geş bû. Li bajar, navçe û bajarokan bi hezaran welatî di tariya şevê de li hev kom bûn û bi Agirê Newrozê tarî ronî kirin. Bi hezaran welatiyên ku di tariyê de li hev kom bûn, li ber rohaniya agirê Newrozê govend gerandin û siloganên "Ji Ocalan re azadî" û "Bijî Serok Apo" qîr kirin.

COLEMÊRG

Li taxên Colemêrgê pîrozbahiya Newrozê berdewam dike. Li taxa Daggolê Rêxistina BDP'a bajar Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Di pîrozbahiyê de rêveberên BDP'ê û endamên meclisa bajar û şaredariyê jî di nav de bi hezan welatiyan li dora agir govend gerand û Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiya Newrozê de Serokê BDP'a Colemêrgê Rahmî Kurt diyar kir ku, Newroza îsal dê bibe Newroza ji Ocalan re Azadî û ji Gelê Kurd re Statu û wiha got: "Em dê ji bo Azadiya Ocalan û statuya kurdan di 18'ê Adarêde bi tevlêbûna Hevserokê partiya me Selahattin Demirtaş Newroza mezin pêk bînin. Em dîsa di 21'ê Adarê de li benda her kesî ne ku li Amedê Newroza herî mezin pêk bînin." Pîrozbahî bi koma muzîkê ya Navenda Çanda Feqiyê Teyran berdewam kir.

EDENE

Li taxa Kuçukdîkîlî ya Seyhana Edeneyê jî di pêşengiya BDP'ê de Newroz bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di şahiyê de endam û rêveberên BDP'ê yên navend, bajar û navçeyan jî di navde gelek welatî amade bûn. Girseyê bê navber ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê de silogan bilind kirin. Girseyê li dora agir û ber muzîkê govend gerandin û fîşekê hewayî teqandin. Şahiyê heta derengê şevê berdewam kir.

AMED

Li Amedê jî li navçeya Peyas, Yenîşehîr, Bismil û Farqînê Newroz hat pîrozkirin. Li taxa 500 Evler a Peyasê bi tevlêbûna sedan kesan pêk Newroz hat pîrozkirin. Endam û rêveberên BDP'ê jî amade bûn. Li 450 Evler a semta Seyrantepe ya Yenîşehîra Amedê jî bi tevlêbûna Parlamentera BDP'e ya Amedê Emine Ayna, Rêveberên BDP'ê yên Amedê û seden kesan Newroz hat pîrozkirin. Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna, Newroz li her kesî pîroz kir û wiha got: "Ji bo piştevaniya Gelê Rojava çi ji destê me bê divê em bikin. Em Gelê Kurd îsal dê Newrozê ji bo azadiya Serok Apo pîroz bikin. Ji bo pişteviya Gelê Rojava em dê pîroz bikin. Piştevaniya Gelê Rojava piştevaniya Serok Apo ye" Pişti axaftinan Agirê Newrozê hat pêxistin û fîşekên hewayî hat teqandin. Girseyê bê navber siloganên "Bijîe PKK" û Bijî Serok Apo" qîr kirin.

Li navçeya Bismila Amedê jî berî Newroza Mezin a Bismilê ku di 19'ê Adarê de bi heman şîarê pêk bê her şevê li taxek cuda agirê Newrozê geş dibe. Bi sedan kes li taxa Seyrantepe ya Bismilê kom bûn û li dora Agirê Newrozê govend gerandin. Rêveberên BDP'ê û şaredara Bismilê Cemile Eminoglu jî tevlî pirozbahiyê bû. Girseyê bê navber silogana "Bijî Serok Apo" sberz kir û fîşkeên hewayî teqandin.

LI GUNDÊ ÇIRIK Ê FARQÎNÊ AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BÛ

Li gundê Çirikê yê navçeya Farqîna Amadê jî bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu" Agirê Newrozê hat pêxistin. Girsê di pîrozbahiyê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Newroz" qîriyan. Endam û rêveberên BDP'ê jî navde bi sedan kesan Newroz pîroz kir û alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê û KCK'ê bilind kirin.

MÊRDÎN

Li Bajaroka Kilawizê ya navçeya Kerborana Mêrdînê jî Newroz bi coşek mezin ji aliyê sedan kesan ve hat pîrozkirin. Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, Endamê Meclisa BDP'ê Alî Urkut, endam û rêveberên BDP'ê jî tev li pîrozbahiyê bûn. Li vir jî heman silogan hatin avêtin û govend hat gerandin.

ŞEMREX

Li gundê Golikê yê Şemrexê û taxa Kayalar a Şemrexê Newroz bi coşek mezin û tevlîbûna sedan kesan hat pîrozkirin. Li vir jî li dora Agirê Newrozê govend hat geranin û silogan hatin qîrîn. Girseyê heta derengê şevê li dora agir govend gerandin û fîşekên hewayî avêtin.

QOSER

Li gundê Dêmîra yê navçeya Qosera Mêrdînê jî bi tevlêbuna sedan welatiyan û rêveberên BDP'ê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Li vri jî bi heman şîarî û bi heman siloganan Newroz hat pîrozkirin. Dîsa alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Li gel reveberên BDP'ê nûnerên MEYA-DER, KURDÎ-DER, MADAY-DER, HDK, Înisiyatifa Dayikên Aştiyê Navenda Jinê ya Nuda, TUHAD-FED û gelek kesên din amade bûn.

DÎLOK

Li Dîlokê jî Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Bedir Keser, têkildarî Newroza 17'e Adarê ku li Qada Îstasyonê pêk bê daxuyanî da û banga tevlîbûne kir.

AGIRÎ

Rêxistina BDP'a Bazîda Agiriyê jî li taxên Uluyol û Barişê bi tevlîbûna sedan kesan Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Rêveberen BDP'ê û Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, endamên meclisê jî di nav de bi sedan kesan li dora agirê Newrozê govend gerandin. Li vir jî alên PKK'ê û KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin û heman silogan hatin qîrîn.


Bêjeyên Miftehî