1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li 6 bajaran operasyonên li dijî 'KCK'ê
Li 6 bajaran operasyonên li dijî 'KCK'ê,li,6,bajaran,operasyonên,li,dijî,kck,ê

Li 6 bajaran operasyonên li dijî 'KCK'ê

Li 6 bajaran operasyonên li dijî 'KCK'ê: 30 kes hatin binçavkirin

A+ A-

Li Riha, Stenbol, Enqere, Amed, Eskîşehîr û Muşê di bin navê "KCK'ê" de operasyonên siyasî hatin lidarxistin. Di serdegirtina mal û saziyên BDP'ê de Hevseroka BDP'ê ya Rihayê Fatma Îzol û Mehmet Vural û rêveberên BDP'ê yên Wêranşar û Serêkaniyê jî di navde 30 kes hatin binçavkirin.

Li Riha û navçeyên wê û li Stenbol, Enqere, Amed, Eskîşehîr û Muşê di bin navê KCK'ê de operasyon hatin lidarxistin. Di operasyonê de bi piranî rêveberên BDP'ê herî kêm 30 kes hatin binçavkirin. Li riha û navçeyên Rihayê di serdegirtina gelek malan de Hevserokên BDP'ê ya Rihayê Fatma Îzol û Mehmet Vural ji di navde gelek kes hatin binçavkirin. Kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û navê wan hatin zanîn evin: Seroê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî Îzettin Gok, Rêvberê BDP'ê Halîl Çay, Mehmet Kiliç, Serokê BDP'ê yê Wêranşarê Halis Aktaş, Rêveberê BDP'ê yê Wêranşarê Alî Vefa, Mehmet Ekîncîler, Selahattin Îzcî, endamê meclîsa şaredariya Wêranşarê Ferzende Ata, Serokê BDP'ê ya Serêkaniyê Îbrahim Ogur, endamê meclîsa şaredariya Serêkaniyê Mehmet Emin Polat û Adile Deniz Surer, Serokê BDP'ê yê berê Nurallah Akan, rêveberên BDP'ê Abdulbaki Can, Serokê MEYA-DER'a Pirsûsê Şukru Bînîcî.

Polîsan di serdegirtina malan de CD û kompîtur û gelek hard disk desteser kirin.

Li aliyê din bi ser avahiya BDP'ê ya Serêkaniyê, Akademiya siyasetê ya BDP'ê, avahiya KURDÎ-DER'ê û gelek saziyên din de girtin. Di operasyonên li 6 bajaran de herî kêm 30 kes hatin binçavkirin.

Di operasyona polîsan li Eskişehirê bi ser mala ku endamê Meclîsa BDP'ê Yusuf Karataş lê dima de girtin. Piştî serdegirtina malê endamê Meclisa BDP'ê Karataş jî hate binçavkirin. Karataş piştî hate binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Eskîşehirê.

(mae)