1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li 75 xwendekaran lêpirsîn!.
Li 75 xwendekaran lêpirsîn!.,li,75,xwendekaran,lêpirsîn

Li 75 xwendekaran lêpirsîn!.

Li 75 xwendekarên ku kuştina Şerzan şermezar kirin lêpirsîn vebû

A+ A-

Rektoriya Zanîngeha Sitik Koçman a Muglayê der barê 75 xwendekarên ku kujer Gultekîn Şahîn yê Şerzan Kurt kuşt û serbest li kampusa zanîngehê gerya şermezar kirin lêpirsîn vekir. Xwendekarên ku rasti lêpirsînê hat Mehmet Şerif Kaya, diyar kir ku ji ber xwendekaran daxuyani da çapemeniyê, rastî 3 û 6 meh cezayê dûrxistina zanîngehê hatin. Kaya da zanin ku hesap ji Gultekin Şahinê ku Şerzan kuşt nayê pirsîn, lê kesên mafê demokratîk anîn ziman rastî lêpirsinê tên.

Xwendekarê Zanîngeha Muglayê Şerzan Kurd di 12'ê Gulana 2010'an de, di buyerê de ji aliyê polîs Gultekîn Şahîn ve hate kuştin. Piştî ku heyeta dadgehê ceza tespît kir û 8 sal ceza li Gultekîn Şahîn birî, Şahîn dîsa serbest hate berdan. Pişti Gultekin Şahîn serbest hate berdan, li kampusa Zaningeha Muglayê serbest geriye û bû sedema bertekan. Di 17'ê Cotmehê de xwendekarên ku ev helwesta Şahîn Gultekîn û bêdengiya Rektoriya zanîngehê şermezar kirin rastî lêpirsînê hatin. 75 xwendekarên ku bi armanca vê helwesta Rektoriye li kampusê daxuyanî dan, ji aliyê Rektorê Zanîngeha Sitik Koçman a Mûglayê ve rastî cezayê dûrxistinê hatin. Rektoriyê pankartên "Şerzan Kurt, Aydin Erdem û Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol... guleyên ku li kenê we ketine dê heviyên me neşkînin" û dowîzên kesk, sor û zer ên li ser "Ji tîpa perwerdehiya Cemaetê re na", "Mafê perwerdehiye nayê astengkirin" û "Ne Kurdê devletê, Kurdê azad" sedema lêpirsinê nîşan da. Rektorê ku lêpirsîn li xwendekaran vekir û ceza li wan birî, cop û bombeyên gazê yên polîsan li hemberî xwendekaran bikar anî nedît. Dîsa dosya Midûriyeta Polîsan a Mugla ku di der barê 8 xwendekarên hatin binçavkirin de amade kir hincet nîşan da.

Xwendekarê Zanîngeha Muglayê Mehmet Şerif Kaya, bertek nîşanî helwesta Rektoriyê da û diyar kir ku polîsê ku Şerzan Kurt kuşt Gultekin Şahîn hina serbest e, lê kesên li heq û edaletê digerin tên cezakirin û ji zanîngehê tên dûrxistin. Kaya, da zanîn ku ji bo kuştina Şerzan, lêpirsînên der barê hevalên wan te hatine vekirin, serbestberdana kujerê Şerzan ê li kampusê rehet digere şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê û wiha got: "Ji bo xwendekaran ev mafê xwe yê demokratik ani ziman rastî cezayê dûrxistinê hatin. 8 hevalên me bi lêdan, çop û bombeyên gazê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Tundiya polîs û rektor a li hemberî xwendekarên kurd zêde dibin. Rêveberiya zaningehê bi çavê dijmin li xwendekarê kurd dinere. Ji bo ku hevalên me daxuyanî dan çapemeniyê rastî lêpirsênê hatin. Meş, daxuyanî, çalakiyên demokratîk û mafekî rewa ye. Ji bo vî mafê xwe yê rewa bikar nînin me ji zanîngehê dûr dixin û ceza li me dibire. Cezayê li me hatiye birîn siyasî û dijdemokratîk e."

'Gera Şahîn ji bo me gef e'

Kaya, da zanîn ku xwendekarên kurd li hemberî gera Kujer Şahîn a li zanîngehê bêdeng namînin û dê bertekên xwe heta dawî bînin ziman. Kaya, da zanîn ku gera Şahîn a li Kamsupê ji bo xwendekarên kurd gefxwarin e û bi vê yekê dişwazin peyamê bidin me.

(mae)


Bêjeyên Miftehî