1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li 7 bajaran şahiyên 10'ê Kanune ya Mafên Mirovan
Li 7 bajaran şahiyên 10'ê Kanune ya Mafên Mirovan,li,7,bajaran,şahiyên,10,ê,kanune,ya,mafên,mirovan

Li 7 bajaran şahiyên 10'ê Kanune ya Mafên Mirovan

A+ A-

15:58 10.12.2013 1 / 19 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Colemêrg, Sêrt, Riha, Êlih, Hatay, Edene û Çewlikê bi minasebeta 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Colemêrgê Îsmaîl Akbulut, diyar kir ku li Geverê rewşa OHAL pêk hat û polîsan bi awayekî hişk mudaxaleyî çalakiyan kirine.

Di pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de li gelek navendan çalakiyên 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de rêveber, nûner û endamên saziyên sivîl û demokratîk, nûnerên saziyên parazvanên mafên mirovan û gelek komeleyên din amade bûn.

Li Colemêrgê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê li pêş Girtîgeha Colemêrgê daxuyanî da. Rêveberên ÎHD, BDP û nûnerên Saziyên Sivîl ên Civaki û gelek welatî tev liçalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Colemêrgê Îsmaîl Akbulut, ani ziman ku di demen dawî de binpêkirina mafan zêde bûye û Akbulut, anî ziman ku hem li Cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê binpêkirin zêde dibe û li hemberî vê yekê berxwedan jî zêde dibe. Akbulut, da zanîn ku niha herî zêde nêzî aştiyê ne û xwest her kes li pêvajoya aştiyê xwedî derkevin û wiha got: "Ev 8'emîn carin di navbera Rêbere KCK'ê Abdullah Ocalan û dewletê de diyalog dest pê dikin û cara yekeme pêvajo wisa pêş dikeve. Lê kesên dixwazin vê pêvajoyê xelas bikin li ser girsê guleyan dibarînin."

'Geşedanên li Geverê ji OHAL'ê wêdetir in'

Li Sêrtê jî çalakî pêk hat

Li Sêrtê jî Şaxa ÎHD'ê bi heman armancê li ber avahiya ÎHD'ê daxuyani hat dayin. Di daxuyaniyê de rêveberên ÎHD, BDP, HDP û gelek kesên din amade bûn.

Li Rihayê jî piştgirî

Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê jî bi heman armancê li Qada Topçu kom bûn û heta Kargeriya Karakoyuşê meş pêk anîn. Di çalakiyê de nûnerên BDP, KESK MAZLUM-DER û gelek saziyên civakî amade bûn.

Li Êlihe jî daxuyaniya girseyî

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li Kolana Gulistanê daxuyaniya girseyî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveberên ÎHD, BDP, HDP, KURDÎ-DER, MEYA-DEP, Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Li ser navê komê Serokê Şaxa ÎHD'ê Osman Kunteş axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan. Kunteş, anî ziman ku 17 hezar kuştiyên kujer nediyar hene û xwest hemû ronî bibin.

Li Çewlikê çalakî li ber avahiya ÎHD'ê ya Çewlikê, li Edeneyê Komeleya Hiqûqnasên hemdem (ÇHD) çalakî li ber avahiya xwe û li Hatayê jî çalakî ji aliyê ÎHD'ê ve çalakî li Parka Boyacilaran pêk hat. Di hemû çalakiyan de hat xwestin ku êdî binpêkirina mafan bi dawî bibe û kujer bên darizandin û hesap bê pirsîn.

(mae)