1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li 7 navendên Rojavayê Kurdistanê şahiyên Newrozê
Li 7 navendên Rojavayê Kurdistanê şahiyên Newrozê,li,7,navendên,rojavayê,kurdistanê,şahiyên,newrozê

Li 7 navendên Rojavayê Kurdistanê şahiyên Newrozê

A+ A-

ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesî li Kobanê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Girkê Legê, Dêrik û Helebê agirê Newrozê pêxistin û şahî lidar xistin. Welatiyên ku bi rengê kes, sor û zer qad xemilandibûn, cilên netewî li xwe kiribûn û bê navber diruşmeyên azadiyê berz dikirin.

KOBANÊ

Rêxistinên Tevgera Ciwanên Şoreşge û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger ên Kobanê li ser girê Kaniya Kurdan a girêdayî Kobanê agirê Newrozê pêxistin û şahî li dora agir lidar xistin. Şahiya ku bi sedan kes tevlî bibûn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Rêzan Tolhildan û Enama Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Sakîne Mihemed axivîn û Newroz li herêmên xweser pîroz kirin. Ciwanan li ser gir Navê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi agir nivîsîbûn. Şahî bi stran û govendê hate dereng dewam kir.

HELEB

Li taxên Şêxmqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û tevlî ku hêzên rêjîmê herêmê topbaran dike jî şêniyên van taxan agirê Newrozê pêxistin û şahî li dora agir lidar xsistin. Şahiya Eşrefiyê li ber mala gel a taxê hate lidarxistin û şahiya taxa Şêxmeqsûd li kolana Mixaberat hate lidarxistin.

Herdû şahî bi tevlîbûna şêniyên taxan bi rêzgirtinê destpê kir û piştre welatiyên ku alên kurdî di destê wan de bûn govend gerandin û stran gotin. Şahî bi diruşmeyan bi dawî bûn.

Di heman demê de şervanên YPG'ê yên parastina taxên Şêxmeqsûd dikin agir pêxisitn û şahî li ser bendan lidarxistin. Şervanên YPG'ê bê navber diruşme berz dikirin.

QAMIŞLO

Li Qamişlo bi sedan şêniyên taxa Hilêliyê ya Qamişlo agirê Newrozê pêxistin û şahî li derdora agir lidar xistin. Welatiyan ku bê navber diruşme berz dikirin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên kurdî vekiribûn, stran digotin û govend li dora agir gerandin.

GIRKÊ LEGÊ

Li Rimêlan a Girkê Legê jî şevê din bi sedan kes li ber navenda Çand û Hunerê ya bajêr kombûn û agirê Newrozê pêxistin û şahî liderdorê gerandin. Wezîrê Enerjiyê ya herêma Cizîrê Silêman Xelef jî tevlî şahiyê bû. Meclîsa Gel a Rimêlan ruxseya şahiyê ji hêzên Asayîşê wergirtibû û şahiya xwe bi stran û xelekên govendê dom kir.

SERÊKANIYÊ

Rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger a Serêkaniyê li taxên Ronahî û Zorava agirê Newrozê pêxistin û şahî li dora agir gerandin. Herdû şahî bi tevlîbûna sedan kesên ku bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û YPG'ê re berz dikirin.

Welatiyan li derdora agir xelekên govendê gerandin.

DIRBÊSIYÊ

Rêxistinên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger ên Dirbsêsiyê jî li gundê Girê Reza agir pêxistin û şahî li dora agir gerandin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir û pştre Endama Ciwanên Şoreşger Avaşîn Mihemed axivî û Newroz l gelê herêmên xweser pîroz kir.

Di şahiyê de Endamê Meclîsa PYD'ê Silêman Efendî axivî û da zanîn ku Newroza îsl bûye Newroza destkeftiyên hemû gelê kurd. Piştî axaftinan dayîkan agirê Newrozê pêxistin.

Beşdaran li dora agir govend gerandin û bê navber durişme berz kirin.

DÊRIK

Rêxistinên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrikê li ber navenda xwe agir pêxistin û şahî lidarxistin. Ciwanan bê navber diruşme berzdikirin û xelekên govenê li derdora agir gerandin.

(ie)