1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Afyonê 25 leşker mirin
Li Afyonê 25 leşker mirin,li,afyonê,25,leşker,mirin

Li Afyonê 25 leşker mirin

Artêşa Tirk: Li Afyonê 25 leşker mirin

A+ A-

ANFLEZGÎN / 07:53 / 06 Rezber 2012 Afyon - Li cebilxaneya leşkerî ya Afyonê teqînek pêk hat. Artêşa Tirk têkildarî teqînê daxuyanî da û diyar kir ku 25 leşkeran mirin. Lê gorî hin îdîayan 32 leşker mirin..

Li bajarê Tirkiye Afyonê li cebilxaneya Qişlaya Leşkerî teqin pêk hat. Di teqînê de 25 leşker mirin û gelek leşker birîndar bûn. Teqîn, şevê din saet di 21.15'an de pêk hat. Piştî teqînê zêdeyî 20 Ambulansan çûn cihê bûyerê. Piştî teqînê welatiyan diyar kir ku wan got erdhej pêk hatiye û toz rabûye. Di teqînê de camên zêdeyî 100 malên derdorê şkestin.

Di dema bûyerê de kanalek ya herêmî îdîa kir ku, 32 leşker mirine.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî