Li Agirî hilbijartin ji nû ve!
A+
A-
AGIRÎ 06.04.2014 07:00:01 Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a Agirî îdîa kir ku pusulayên dengan ên hatine bikaranîn winda ne û Hilbijartina Şaredariyê ya Bajêr ku BDP'ê qezenç kir, betal kir. Hilbijartinê wê ji nû ve di 1'ê Hezîranê de bê kirin.
Desteya Hilbijartinê ya Bajêr nîvê şevê saet di 02:30 de daxuyanî da û diayr kir ku hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê hatiye betalkirin. Li Agiriyê, keyatî ne di navê de, ji bo şaredariyên din hemûyan wê hilbijartin ji nû ve bê kirin.
Namzetê BDP'ê yê Hevserokatiya Şaredariya Agirî Sirri Sakik bi reya Twitterê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ewê di 1'ê Hezîranê de ji AKP'ê re bêjin, were meydanê.
Bêjeyên Miftehî li,agirî,hilbijartin,ji,nû,ve