1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Akademiya Siyasetê ya BDP'ê dersê dest pê kir
Li Akademiya Siyasetê ya BDP'ê dersê dest pê kir,li,akademiya,siyasetê,ya,bdp,ê,dersê,dest,pê,kir

Li Akademiya Siyasetê ya BDP'ê dersê dest pê kir

A+ A-

ÎZMÎR (DÎHA) - Akademiya Siyasetê ya Rêxistina BDP'ê ya Îzmirê ji bo perwerdehiya 10 rojan dest dersan kir.

Akademiya Siyasetê ya Rêxistina BDP'ê ya Îzmirê ji bo perwerdehiya 10 rojan bi merasim û civînekê dest dersan kir. Di dewreya perwerdehiyê de Endamên Meclisa BDP'ê Mehmet Saît Uçlu, Selahattin Işik, Emîr Alî Çelebî, Endamê MYK'ê yê BDP'ê Faruk Saglam û gelek endamên Saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Endamê Meclisa BDP'ê Mehmet Saît Uçlu, diyar kir ku ew di meha nîsanê de dest bi pêvajoyek nû ya perwedehiyê dikin û wiha got: "Pşitî sala 2009'an li dijî akademiyan zextên mezin û astengiyên mezin hatin meşanin. Gelek hevalên me yên li vir perwerde didîtin û perwerde didan hatin girtin. Em îro dîsa li vir li gel hemû zextan bi hêzek mezin dest bi perwerdehiyê dikin.

Uçlü, da zanîn ku ew dewreya 3'emîn a perwerdehiyê dest pê dikin û dê rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî tev li perwerdehiyê bibin. Uçlu, da zanînku kesên tev li perwerdehiyê bibin dê bi hêzek mezin tev li xebatên siyasetê bibin.

(mae)