1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li aliyekî operasyon û qereqol, li aliyê din Geliyê Zapê wêran dikin
Li aliyekî operasyon û qereqol, li aliyê din Geliyê Zapê wêran dikin,li,aliyekî,operasyon,û,qereqol,li,aliyê,din,geliyê,zapê,wêran,dikin

Li aliyekî operasyon û qereqol, li aliyê din Geliyê Zapê wêran dikin

A+ A-

5 Gulan

MEHMET DURSUN/METİN KAPLAN

COLEMÊRG (DÎHA) - Şîrketên ku bi destûra dewletê xwezaya herêmê wêran dikin, niha jî dest dirêjî Geliyê Zapê kirin. Şîrketan li ser Geliyê Zapê dest bi çêkirina "Bendaven Ewlehiyê" kirin. Li Gundê Dizê yê 10 kîlometre nêzî Meskanê ye dest bi Bendava Enerjiya Ronesansê kirin.

Di vê pêvajoya ku agirbest hatiye îlankirin û pevçûn rawestiya ye, li aliyekî qereqol tên avakirin, li aliyê din bendav tên avakirin. Dîsa axa herêmê ji aliyê şîrketên ku piştgiriyê ji AKP'ê digirin tê wêrankirin. Niha jî li Geliyê Zapê bi hinceta "Bendavên Ewlehiyê" benav tên avakirin. Niha li gundê Dizê yê li ser geliyê Zapê 10 kilometre nêzî Çiyayê Meskanê Şîrketa Ronesans Enerjî dest bi xebatên înşeeta bendavê kir. Ji bo dehan bendav û HES'an ji aliyê Karên Avê ya dewletê (DSİ) ve dest bi xebata înşeetan kirin. Li heremê ji ber ku bê navber bendav, kalekol qereqol û operasyon didomin, welatiyan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ne li gorî pêvajoya diyaolgê ye. Bi avakirina van bendavan dê bi dehan gund û qadên çandiniyê di bin avê de bimîne û çavkaniyên debara welatin bê miçiqandin. Li herêma Geliyê Zapê ku ji sedî 80 çavkaniya zexîre û fekiyên Colemêrgê ye û dîsa qada hevsengiya Ekolojiyê ye dê wêran bibe. Welatiyên herêmê bertke nîşanî pirojan dan û anin zinan ku ev polîtîkayên deletê nayên qebûlkirin û xwest dest ji van pêkanînên wêrankirin û talankirinê berdin.

Rojên borî li Gundê Aşûtê yê Çelê dest bi avakirina qereqolê kirin û înşaeta "Rêya Ewlehiyê" dest pê kirin. Rojên borî mutahît ji aliyê welatiyan ve hatibûn binçavkirin. Her hefteyê li herêmekê qereqol û kalekolek nû tê avakirin. Niha li herêma Dizê bendava Rönesans Enerji tê avakirin û Geliylê Zapê wêran dike.

Welatiyê Gundê Diz3e Kadir Çiftçi, anî ziman ku bi rêk û pêk bendav, qereqol û kalekol tên avakirin û niha jî li ser geliyê Zapê bendav û HES'an ava dikin. Çiftçi, polîtîkayên dewletê û hikûmetê rexnekir û west dest ji van polîtîkayan berde.Çiftçî bagn li her kesî kir û xwest kesên çareserî û aştiyê diparêze divê li hemberî van polîtikayên talankirin û wêrankirinê dengê xwe bilind bikin.

(mae)