1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê 3. Fuara pirtûkan sibê dest pê dike
Li Amedê 3. Fuara pirtûkan sibê dest pê dike,li,amedê,3,fuara,pirtûkan,sibê,dest,pê,dike

Li Amedê 3. Fuara pirtûkan sibê dest pê dike

3'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê bi sernavê "Rêwîtiya Erdnîgariya qedîm a nivîsê" sibê dest pê dike

A+ A-

3'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê bi sernavê "Rêwîtiya Erdnîgariya qedîm a nivîsê" sibê dest pê dike. Fuara ku 135 weşanxane tev lê bibin dê zêdeyî 44 bername bên lidarxistin.

3'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê bi sernavê "Rêwîtiya Erdnîgariya qedîm a nivîsê" di 22'ê gulanê de ji xwendekarên xwe re deriyê xwe vedike. Di fuara ku 135 weşan beşdar bibin de dê çîroka jiyana Sabahattin Ali a "Pêşengeha Cama Wêneyekî" û "Li Ameda berê Curetiya Çandê û gelek pêşengehên din dê bên pêşandan. Fuara ku bi alîkariya TUYAP û Yekîtiya Weşanvanan ve tê lidarxistin dê di navbera 22-27'ê Gulanê de li Navenda Kongre û Fuarê ya Amedê vekirî bimîne. Fuara ku îsal 3'emin car pek bê, dê gelek saziyên sivîl ên civakî jî amade bibin. Di fuarê de dê konferans, gotubêj, panel, guhdariya helbestan şahiyên çandî bên lidarxistin. Dîsa dê 300 niviskar bi xwendevanên xwe re bê cem hev. Beriya fuarê civîna çapemeniyê li Otela Dedemanê hate lidarxistin. Di civînê de, Midûrê Giştî yê TUYAP'ê yê Amedê Îlhan Ersozlu, Berpirsiyarê Fuarên Çandê yên TUYAP'e Deniz Kavutçuoglu, Sekreterê Yekitiya Weşanxaneyen Tirkiyeyê Kenan Kocaturk, Midûrê Perwerdehiya Neteweyî Mehmet Hadî Agirbaş û gelek kesên din amade bûn. Îlhan Ersozlu, anî ziman ku îsal 3'emîn fuara pirtûkan pêk tînin û dê 135 weşanxane tev li fuarê bibin. Ersozlu, da zanîn ku dê 44 şahiyên çandê bên lidarxistin û 300 nivîskar amade bibin.

Bernameya fuarê wiha ye:

Di çarçoveya fûarê de dê gelek çalakiyên bi kurdî, gotûbêj û panel jî li dar dikevin. Vaye hin çalakiyên ji wan çalakiyan:

22 Gulan, Sêşem

Saet: 17.45-18.45 Gotûbêj: "Di paşeroj, niha û di pêşerojê de tevgera wergera kurdî Birêvebir: Kawa Nemir Axifgerlar: Ciwanmerd Kulek, Samî Hêzil, Salih Badilî, Sîdar Jîr Amadekar: Weşanên Lîs

23 Gulan, Çarşem

Saet: 11.00-12.00 Gotûbêj: "Di çarçoveya du pirtûkan de zarokên Muge û di kurdî de wêjeya zarokan" Axifger: Abdullah Demirbaş (Şaredarê Sûra Amedê), Îsmaîl Dîndar (Nivîskar û werger), Meral Daniş Beştaş (Cîgira Hevserokên BDP'ê) Amadekar: Evrensel Basim Yayin

Saet: 13.30-14.30 Gotûbêj: “Rengê Nivîsa Min” Axifger: Ronî War Amadekar: Weşanên Ava

Saet: 15.45-16.45 Gotûbêj: "Li Ermenistanê wêjeya kurdûi û romanivîskariya Eliyê Evdilrehman" Birêveber: Şivanê Dêrikî Axifger: Têmûrê Xelîl, Kawa Nemir, Şener Ozmen, Dilawer Zeraq Amadekar: Weşanên Lîs- Anadolu Kultur

Saet: 17.00-18.15 Guhdariya helbestan: “Tevî helbestê…” Birêveber: Halil İbrahim Ozcan Beşdar: Arjen Arî, Arzu Alir, Baki Guner, Birsen İnal, Erkan Eslek, Elîxan Loran, Halide Yildirim, Mehmet Ozer, Halil İbrahim Kagar, Mehmet Deviren, Mustafa Koz, Sezai Sarioglu, Şêxmus Sefer Amadekar: Nûneriya PEN'a Amedê

24 Gulan, Pêncşem

Saet: 16.00-17.00 Panel: “Destpêka helbesta kurdî û xebatên folklora kurdî" Birêveber: Suleyman Çevik (Edîtorê Nûbiharê) Axifger: Tehsin İbrahim Doskî, M.Xalid Sadinî Amadekar: Weşanên Nûbihar

Saet: 18.30-19.30 Gotûbêj: "Çîrokên Rohilat çiqas qala Rojhilat dikin" Axifger: Nazmi Bayri, Musa Dinç Amadekar: Komeleya Wêjevanan

25 Gulan, În

Saet: 12.00-13.00 Gotûbêj: "Bîra Qederê bi Macarî ye" Birêveber: Osman Kavala Axifger: Şeyhmus Diken, Katalin Sipos, Viktor Matis, Lal Laleş Amadekar: PEN'a Amedê, Weşanên Lîs, Serbalyozgeriya Macaristanê

Saet: 14.30-15.30 Gotûbêj: "Bihareke bi inyad: Kurdî û wêjeya kurdî" Axifger: Vecdi Erbay, Lal Laleş, Berken Bereh Amadekar: Weşanên Ayrinti

Saet: 15.45-16.45 Gotûbêj: "Ne wekî ku tu dizanî ye, di salên 90'î de li Başûrêrojhilat zarobûn" Axifger: Rojîn Canan Akin, Funda Danişman Amadekar: Weşanên Metis

Saet: 17.00-18.15 Panel: "Çîroka du malbatên kurd" Birêveber: Osman Baydemir (Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê) Axifger: Ahmet Kardam, Cemalettin Canli Amadekar: Weşanên Dipnot

26 Gulan, Şemî

Saet: 15.30-16.15 Gotûbêj: "Fawaz Husên: Giyanekî kurdî di bedenekî fransî de" Axifger: Fawaz Husên Amadekar: Weşanên Avesta

Saet: 18.45-19.30 Gotûbêj: “Antolojiya Helbesta Bakur Axifger: Arjen Arî, Berken Bereh, Mem Bawer Amadekar: Evrensel Basim Yayin

(mae)