Li Amedê 9'ê Cotmehê hate şermezarkirin
Li navçeya navendî ya Rezan a Amedê û navçeya Karazê ya Amedê bi boneya salvegera 9'ê Cotmehê roja derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyê şermezar bikin meşên girseyî hatin lidarxistin.
Înîsiyatifa Gel a Amedê, bi boneya 9'ê Cotmehê roja derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê şermezar bikin li taşa Muradiye ya Rezan meşek mezin pêk anî. Welatiyên li ber avahiya Komeleya Welatiyên Azad kom bûn, xwestin meşekê pêk bînin. Welatiyên ku rastî atengiyan polisan hatin li ber Mala Gel a Kaynartepe disa kom bûn û Kolana Saglik Ocagi meşiyan. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Bê Serok jîyan nabe" sberz kirin. Girsê piştî meşê dawî li çalakiyê anî.
Li gel barana zêde meşiyan
Li navçeya Karazê ya Amede jî bi heman armancê meşek girseyî hate lidarxistin. Rêxistina BDP'ê ya Karazê meşek pêk anî. Endam û rêveberên BDP'ê li ber avahiya BDPê kom bûn û heta goristanê meşiyan. Di meşê de şaredar, endamên meclisa şaredariyê û rêveberên BDP'ê jî amade bûn. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bimre 9'ê Cotmehê", "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin û pankarta "Em 9'ê Cotmehe şermezar dikin" vekirin. Pişti meşê li ser navê komê Seroke BDP'a Karazê Ekrem Demir, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 14 salin girti ye û xwest êdî serbest bê berdan û rê li pêşiya aştî û çareseriyê bê vekirin.
(mae)