Li Amedê banga 1 Gulanê
Ji bo mîtînga 1 Gulanê ya ku dê li Qada Îstasyona Amedê pêk were xebatên amadekariyê didomin. Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Peyasê li taxan civînên gel li dar xist û banga tevlîbûnê kir.
Ji bo mîtînga 1 Gulanê ya ku dê li Qada Îstasyona Amedê pêk were xebatên amadekariyê didomin. Di çarçoveya xebatên amadekariyê de Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Peyasê li Parqa Derwêşê Evdî ya li Taxa Dîcle Kentê civîna gel li dar xist. Di civîna ku Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Peyasê Aygun Taşkin û Erkan Erencî, Alîkarê Şaredarê Peyasê Servet Yilmaz û bi sedan welatî tev li bûn de pankartên wekî "Em 1'ê Gulanê bi ruhê Newrozê silav dikin", "Em ê bi biryarbûna Hakî Karer û bi berxwedana Denîz Gezmîş 1'e Gulanê pîroz bikin" hate vekirin. Civîn bi axaftina Hevseroka Rêxistina BDP'a Peyasê Aygun Taşkin destpêkir. Taşkin da zanîn ku ew ê 1 Gulan Roja Piştgirî, Têkoşîn û Yekitiya Kedkaran a Cîhanê bi awayekî pir xurt pîroz bikin. Piştî Taşkin Erkan Erencî jî axivî û diyar kir ku dê gelê Amedê li hemberî înkar, girtin û operasyonên leşkerî di 1'ê Gulanê de li qada bin û bi ruhê newrozê 1'ê Gulanê pîroz bikin.
Balkêş bû ku ji destpêka civînê heta bi dawî bûna wê polîsan derdora parqê derpêç kiribû.
(ab)