1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê bi 10 hezaran cirayên xwe reş kirin û herikîn qadan
Li Amedê bi 10 hezaran cirayên xwe reş kirin û herikîn qadan,li,amedê,bi,10,hezaran,cirayên,xwe,reş,kirin,û,herikîn,qadan

Li Amedê bi 10 hezaran cirayên xwe reş kirin û herikîn qadan

A+ A-

Li navçeyên Rezan, Peyas, Yenîşehîr û Sûrê bi hezaran welatî di çarçoveya banga BDP'ê ya "Jiyanê reş neke mala xwe reş bike" daketin kolanan û bi teneke, beroş, fîkandin, kornekaran çalakî pêk anîn. Li kolana Emekê û gelek qadên din girseyên ku herikîn kolanê û çalakî pêk anin rastî mudaxaleya polîsan hatin.

Li ser banga BDP'ê ya bi hişyariya "Jiyanê reş neke mala xwe tarî bike" li navçeyên Rezan, Sûr, Peyas, Yenîşehîr yên Amedê bi 10 hezaran welatî daketin kolanan û çalakî pêk anî. Welatiyên ku cırayên xwe yên malê tarî kirin û daketin kolanan bi beroş teneke, fîkandin û kornerên erebeyan sloganên "Bijî Berxwena Zindana" çalakî pêk anîn. Li taxên Gazileler, Seyrantepe, 5 Nisan, ofis, Emek û gelek taxên din bi hezaran kes daketin kolanan. Girseya ku dest bi meşê û çalakiyê kirin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Li kolana Emekê girseya ku li beroşan xist û slogana "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin rastî bombeyên gazê û ava şit hatin. Girse bi keviran bersiv da polîesan û bûyer le nava kolanan belav bû. Bûyer li gelek taxan berdewam dike.

(mae)