Li Amedê bi hezaran kesî azadiya Ocalan xwestin
AMED 19.06.2014 20:23:53 Li Amedê bi hezaran kes tevlî mîtîna DOHK’ê ya bi dirûşmeya ‘Em ji bo Çareserî û Azadiyê li Qadanin’ bûn. Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder di mitîngê de amade bû û diyar kir ku heke têkoşîna azadiya gelê Kurd wisa bidome dê sala bê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vê qadê gel silav bike û gotina Ocalan a "An em hemû dê bi hev re azad bibin an jî em hemû dê bi hev re girtî bimînin" anî ziman.
Mitînga DOKH'ê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi tevlîbûna deh hezaran kesan bi çoş berdewam kir. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut di mitîngê de axivî û diyar kir ku demek dirêje ji bo azadiya Ocalan hem giştî hem jî jin xebatan dimeşînin. Zumrut, anî ziman ku divê hemû civak ji bo azadiya Ocalan bixebite û wiha got: "Bi salan xwestin kurdan parçe bikin. Lê bi keda Rêber Apo hemû gelên Kurdistanê hatin cem hev."
‘'DEM DEMA AZADIYÊ YE'
Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker jî diyar kir ku ji bo azadiya Ocalan hatine cem hev û azadiya Ocalan azadiya Kurdistanê ye û wiha got: "Em ji bo azadiya serokê xwe hatine cem hev. Em keda serokê xwe vala dernexin. Em gelek hes ji wî dikin û ew jî gelek ji me hez dike. Werin em kampanyaya îmzayan mezin bikin. Dem dema azadiyê ye. Em azadiyê biqêrin. "
Piştî axaftina hunermend Axîn Bîro derket ser dikê.
'OCALAN AN EM HEMÛ BI HEV RE DÊ AZAD BIN AN JÎ EM HEMÛ BI HEV RE DÊ GIRTÎ BIMÎNIN'
Piştre Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sirri Sureyya Onder derket ser dikê û bi gotina "Min silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara dawî anîn" dest bi axaftina xwe kir. Onder, diyar kir ku heke tevgera azadiya gelê kurd wisa bidome sala bê dê Ocalan li vê qadê gel silav bike û Ocalan xebata DOKH'ê silav kir û wiha got: "Gelê Kurd, li Rojhilata Navîn ku tê xwestin bi şer û xwînê bê fetisîn, wekî stêrkek rûmetdar dibirisqe. Ji Rojava heta, Licê, hemû azadîxwazên cîhanê, ji begên nemerd re tenê tiştekî dibêjin; "Em aştî, azadî, demokrasî û wekheviyê" dixwazin. Em vê carnan li rojnameyekê, carnan li ser kursiyê meclisê, carnan li kolanan û carnan jî li qadan dibêjin. Îktîdar li ku be, berxwedan jî dê li wê derê hebe. Dewlet li ku dera me bide, ew dera me bihêz dikeve."
ONDER: OCALAN DI ŞEXSÊ GELÊ KURD DE AZAD BÛYE
Onder, anî ziman ku kesên ji bo azadî û aştiyê înad dikin, niha dîsa bi hevrene û wiha axivî: "Li vir kesên ku didin dû panzerên polîsan, rastî îşkenceyê hatine, zarokên wan hatine kuştin û zimanê wan hatiye qedexekirin hen. Em, ên ku vê dîroka dewletê ya xwînî red dikin, ji bo aştiyek bi rûmet li virin. Herî zêde pirsa, 'Gelo Ocalan wê serbest were berdan' li me tê kirin. Em dikarin hemû bi hevre bersiva vê pirsê bidin. Ne dewletek, hezar dewlet jî nikarin gelê kurd ji rêberê wî qût bikin. Ocalan, rojekî di rihê kesên niha li vê qadê de, carnan, di rihê kesekî li Licê berxwe dide, carnan, di rihê şervanekî azadiyê li ser çiyê, carnan di rihê jinekî li Rojava şoreşê pêk tîne û hin caran jî di rihê berxwedêrekî li nava kolanên Amedê de derdikeve holê. Ez nizamin em dê çewa ji wan re bêjin, Ocalan di şexsê gelê kurd de azad bûye. Lê ez vê dizanim. Birêz Ocalan, di dîrokek ku her kes navê bi xwînê dinivîse, wekî rêberekî gel û berxwedanê, wekî Mandela, wekî Marcos, navê xwe wekî mîmarê aştiyek pîroz û berxwedanekî dinivîse. Birêz Ocalan, îro di vê qadê de li cem me ye. Di demekî ku ew li benda azadiyê ye, em li benda wî ne, polîtîkaya derva ya dewleta Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn bûye sedema xwîna kurd, suryanî û tirkmenan. Di demekî ku ew li benda azadiyê ye, em li benda wî ne, li nava kolanan zarok tên kuştin. Kurd, sosyalîst, suryanî, ermenî û elewî tên paşguhxistin."
'EM NE LI BENDA MUCÎZEYÊ NE'
Onder, da zanîn ku kesên peymana biratiyê ya sala 2013'an fêmnekirin di nava xwînê de ne û wiha pê de çû: "Di demekî ku ew li benda azadiyê ne, em li benda wî ne, kesên ku heqê peyama biratiyê ya di Newroza 2013'an de nadin, yên wî fêm nakin, niha di nava gola xwînê de difetisin. Dema ku em li benda Ocalan in, jinên kurd li Rojava şoreşê bilind dikin. Em ne li benda mûcîzeyê ne. Gelê kurd ne li benda mûcîzeyê ye, ew tenê li benda rêberê xwe ye. Em baş dizanin ku mîmarê aştiyê kî be divê ew azad be. Başe dema em dibêjin aştî, dibêjin azadî ew çi dibêjin? Ew bi peyvan dilîzin. Bendewariya cihanek ava kirine û dixwazin bi vê cîhanê hemû derdoran mijûl bikin. Em van lîstikên wan baş dizanin. Van tiştan baş dibînin. Em baş dizanin ku ev gel, ne li benda roja ku li ser asîman tenê ji bo desthilatdaran dibirise ye, ew li benda 'Roja' xwe ye. Ev gel ne tenê roja xwe ne. Ji bo ku em bêjin demokrasiya Tirkiyeyê bêyî azadiya zarokên Kurdistanê nepêkane, li ser kursiyê meclîsê ne, di rojnameyan de ne û li qadanin. Ji Edîrneyê heta Qersê, di vî welatî de keda kurdan heye. Em dev ji vê derê bernadin. Ji ber vê jî em li welat û hemû heremê aştiyê dixwazin."
ONDER: HETA OCALAN GIRTÎ BE WÊ AŞTÎ JÎ GIRTÎ BIMÎNE
Onder, bilêv kir ku daxwaza gel dîtina kê be divê ji bo wî bixebitin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber jî her kesê ku niha li vir e, azadiya kî dixwazin, fikra wî jî di hundirê xwe de digire. Daxwazame me ya dîtinê ji bo kî hebe, lazime ji bo aştî, azadî û wekheviyê jî em qasî wî bixebitin. Bila tu kes ji bîr neke, heta ku Ocalan girtî be wê aştî jî girtî bimîne. Dema em qala azadiya Ocalan dikin, qala azadiya aştiyê jî diparêzin. Mêze bikin, havîne, ji gelek bajarên Kurdistanê gelek ciwan, gelek zarok canteyên xwe dane pişta xwe û ji bo jiyana xwe bidomînin, berê xwe dane rê. Ew hemû zarokên we û yên me ne. Sozekî me heye, me daye Ocalan. Soza serfiraziya gelê kurd û parastina rûmeta wî ye. Werin îro em vê sozê li vir jî bidin. Em bi hevre soza azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bidin. Dibe ku rêya me dirêj be, lê ev rê ya me ye."
Piştî axaftinan hunermend Devrîm Demîr, Axîn Bîro, Zelal Gokçe û Seyda Perînçek konser dan.