1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê deh hezar dê dest bi çalakiyê grevê bikin
Li Amedê deh hezar dê dest bi çalakiyê grevê bikin,li,amedê,deh,hezar,dê,dest,bi,çalakiyê,grevê,bikin

Li Amedê deh hezar dê dest bi çalakiyê grevê bikin

Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku ew dê şemiyê saet di 10.00'an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan bikin

A+ A-

Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku ew dê şemiyê saet di 10.00'an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan bikin û wiha got: "Heke li girtîgehan deh hezaran girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribin em jî derve dê bi sede hezaran dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Divê hemû welatiyên tevlî çalakiya greva birçîbûnê dibin bila li singê xwe qurdeleya sor û bi cilên sor bên Parkormanê û dengê xwe tevlî dengê girtiyan bikin."

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î di roja 65'emîn de berdewam dike. BDP'ê jî bi armanca piştgiriyê bide çalakiya girtiyan biryara 48 saetan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya girseyê bike girt. Di çarçoveya biryarê de roja şemiyê saet di 10.00'an de gelê Amedê dê li Parkormanê dest bi grevê bike. Têkildarî mijdarê de li avahiya BDP'ê ya Amedê civîna gel pêk hat. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyd Zumrut, diyar kir ku ji bo xwedî li derketina çalakiya greva birçîbûnê nişaneya tu kes nikare xwe li ber berxwedana gel bigire.

Zumrut, ani zıman ku berxwedana girtiyan berxwedana bi mîlyonane û dê di çarçoveya biryara navenda BDP'ê şemiyê saet di 10.00'an de bi tevlîbûna sed hezaran kesan dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Zûmrût, da zanîn ku bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan dê daxwazên girtiyan daxwazên mîlyonan in nîşan bidin û wiha got: "Heke di girtîgehan de bi deh hezaran kesan dest bi greva birçîbûnê kiribe em jî derve dê bi sed hezaran kesan dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Tu kes nikare berxwedana li girtîgehan bişkêne û gelê Amedê dê vî dengê azadiyê bilind bike. Gelê Amedê weke her caran dê roja şemiyê roja xwe careke din bilîze. Ev di heman demê de li hemberî mudaxeleyê nobet e. Di rojên dawiyê de ji bo çalakiyê bişkênin nîqaşên mudaxeleyê tên kirin. Di rojeva AKP'ê de mudaxele heye. Divê em jî di vê nokteyê de diltirs bin. Divê hemû kes amade bin. Gel destûra vê yêk nade. Pêdivî pêk hebe em dê biçin ber girtîgehan nobetê bigirin."

Zumrut, bang li welatiyan kir ku kesên tevlî çalakiyê dibin bila li singê xwe qurdeleyên sor daliqînin û cilên sor li xwe bikin û bên Parkormanê.

DİHA