Li Amedê eleqeya şanoyê
Şanoyên hefteyek li Amedê di çarçoveya 1'emîn Mihrîcana Teatre ya Amedê de tên pêşandan 8 hezaran kesan temeşe kirin.
1'emîn Mihrîcana Teatra ya Amedê ya ku ji aliyê Şaredara Bajarê Mezin a Amedê hate organîzekirin bi dawî bû. Mihrîcana bi reqasa "Jenosît" a NÇM-Mezopotamya Dansê ve dest pê kir, di 7'ê gulanê de bi lîstika "Şîret" bi dawî bû. Di çarçoveya mihrîcanê de ji Silmanî, Dihok, Zaxo û Urmiyeyê jî di nav de 18 lîstin hatin pêşandan. Lîstikên mihîrcanê nêzî 8 hezar kesan temaşekir.
Di çarçoveya mihrîcanê de listika "Jêrzemîn" hate pkêşandin û pêşengehên Dekor-Kostum-Maket-Kukla hatin pêşandan. Atolyeya Kukla-Mask bi tevlîbûna 30 xwendekaran di 23-29'ê nîsanê de hate pêşandan. Di mihrîcanê de xelatên xwendine kurdî hatin dayîn.
Panel hatin lidarxistin
Di bernameya mihrîcanê de 2 panelên "Şanoya kurd" û "Şanoya îro" hatin lidarxistin. Di panele "Şanoya kurd" de Muhsîn Osman û Kemal Orgun tevlî bûn û li ser bingeha şanoya kurd hate rawestandin. Di panela "şanoya îro" de Doç. Dr. Sureyya Karacabey û Doç. Dr. Belîz Guçbîlmez tevlî bûn û li ser guherîna şanoyê hate rawestiyan.
(bd)