1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Li Amedê gelek kes birîndar in
Li Amedê gelek kes birîndar in,li,amedê,gelek,kes,birîndar,in

Li Amedê gelek kes birîndar in

A+ A-

Li Amedê gelek kes birîndar in

Piştî pîrozbahiya Qada Newrozê girseya gel ku ber bi Konên Aştiyê yên li Taxa Qoşiyoluya Amedê ve dest bi meşê kirin, bûne armanca êrîşeke hovane ya hêzên dewleta tirk.

Li gor agahiyên ku hatine girtin, hêzên dewletê bi helikopteran bi ser konên aştiyê ve bombeyên gazê û guleyên plastîk barandine. Her wiha polîsan jî bi bombeyên gazê û guleyên plastîk, bi ser girseya gel ve êrîşeke mezin a hovane birine. Di encama van êrîşan de yek jê parlamenterekî ji Ewropayê ku hîn navê wî nayê zanîn, bi dehan kes birîndar bûn û rewşa hin ji van birîndaran jî giran e.

Parlamenterê ku birîndar e, piştî ku polîsan êrîşî gel kiriye, hewl daye ku biçe bi polîsan re biaxive lê bûye armanca êrîşa polîsan.

Kesên brîndar ku di nav wan de yên rewşa wan giran in hene, ji ber tirsa ku dê bêne girtin û êşkencekirin, nekarîn biçin nexweşxaneyan. Birîndar ji aliyê gel ve û bi derfetên xwe ve hewl didin bêne dermankirin.

Parlamenterê wisa tê texmînkirin ku ji Îtalyayê hatiye, rakirine nexweşxanê û niha tê dermankirin, lê derbarê rewşa wî de agahiyeke berfireh hîn negihiştiye destê me.

Derbarê pêşketinan de em ê di saetên pêş de agahiyan biweşînin.

Amîda Kurd / Amed