1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin,li,amedê,gelek,kes,hatin,binçavkirin

Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

A+ A-

Hate diyarkirin ku, li navend Amed û gelek navçeyên wê di serdegirtina malan de di nav de rêveber û endamên BDP’ê jî heyî zêdetirî 70 kesan hatin binçavkirin.

Li gorî aghaiyên ku ji çapemeniya Rêxistina BDP’ê ya Amedê hatin girtin; Polîsên AKP’ê di demjimêrên sibehê de li ser gelek malên li navçeyên Rezan, Kayapinar, Yenîşehîr, Sûr û navçeyên derve de girtin. Di encama serdegirtinan de di nav de Rêveberê BDP’a Amedê Zafer Uyar û gelek endamên BDP’ê jî heyî zêdetirî 70 kesan hatin binçavkirin. Sedemê binçavkirinê nehate zanîn. Hate diyarkirin ku, operasyon berdewama operasyonên “KCK”ê ne. Hate hînbûn ku, binçavkirî birin Midûriyeta Polîsan ya Amedê.