Li Amedê ji 43 kesan 36 kes hatin girtin
Li Amedê ji 43 kesên ku ji doza KCK'ê hatibûn binçavkirin jê 36 kes bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
43 kesên ku di navde Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Omer Onen jî hene û 3 roj berê li ser navê "doza KCK'ê" hatin binçavkirin şevê din bi daxwaza girtinê jê 4 kes serbest hatin berdan û 39 kes jî sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 39 kesên duh sewqi dadgehê hatin kirin jê 36 kes bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" û "Li ser navê rêxistinê xebat kirine" hatin girtin. Îfadegirtina 39 kesan ku heta serê sibê berdewam kir bi dawî bû. Piştî îfade bi dawî bû dadgehê der barê 36 kesên de biryara girtinê da û 3 kes jî serbest berdan. Kesen hatin girin Hevserokê BDP'a Amedê Omer Onen, Wekîla Şaredara Rezan Derya Tamriş, Endama Meclisa KCD'ê ya daîmî, Bedia Akaya, Serokê BDP'a Rezan a Amedê Alî Yuce, rêveberên BDP'a Rezan Erdal Şenadam û Nebîle Şafak, Endamen Meclîsa Giştî ya Bajar Şafi Hayme û Fatma Kizilkaya, Endamên Meclîsa Şaredariya Rezan Kadrî Goktîmur û Ahmet Dogan, endamê Egitîm Sen'a Amedê Yusuf Emînoglu, aktîvîstên Dayikên Aştiyê Yuksel Barut jî hene. DÎHA (mae)