1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê, ji partiyên Kurdîstanê li dijî DAIŞ'ê bang
Li Amedê, ji partiyên Kurdîstanê li dijî DAIŞ'ê bang,li,amedê,ji,partiyên,kurdîstanê,li,dijî,daiş,ê,bang

Li Amedê, ji partiyên Kurdîstanê li dijî DAIŞ'ê bang

A+ A-

AMED (DÎHA) - 12 partî û pêkhatiyên Kurdîstanê yên li Amedê, li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê daxuyanî dan û bang kirin ku li dijî êrîşên çeteyan hêzên netewî ji bo Şengal û Rojava bibin yek. Rêxistinên Kurdistanê gotin ku divê ji bo pêşeroja Kurdîstanê hemû hêz, li gor vê tevbigerin.

Li Amedê di nav de ku PDK'a Tirkiyê jî heye, 12 pêkhatî û partiyên siyasî yên Kurdîstanê, bi boneya ji bo azadiya netewî piştî ku duh pêk hat, têkildarî encamên civînê de daxuyaniyek hevbaş da çapemeniyê. Cîvîna çapemeniyê li Cemiyeta Rojnamevanên Başûr Rojhelat hate li darxistin û Alîkarê Hevserokê PHD'ê Huseyîn Koçuk, nûnerên Înîsiyatîfa Azadî, Komela Şoreşgerên Demokratîk ên Kurd (DDKD), Kongerya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Tevkarê Demokrasiyê (KADEP), Platforma Demokratên Kurd (KDP), Partiya Demokrata Kurdîstanê ya Tirkiyê (KDP-T), Partiya Hewldana Kurdîstanî, Med Zehra, Nûbihar, Platforma Oze Donuş û Partiya Azadî û Sosyalîzmê (ÖSP) amaed bûn.

Alîkarê Hevserokê PHD'ê Huseyîn Koçuk di civînê de yekemîn mafê axfatinê girt û bibîr xist ku duh 12 partî û pêkhatiyan hatine cem û got ku ew ji bo nirxandinên geşedanên Kurdîstan û Rojhelata Navîn û hem jî ji bo yekîtiya gelê kurd û êrîşên li hember Kurdîstanê pêk tên vê civînê li dar dixin. Koçuk, destnîşan kir ku ji bo yekîtiya netewî li pêş bikeve û avakirina mekanîzmayeke nû hatine bav hev.

Piştî axaftina Koçuk, daxuyanî bi kurdî û tirkî hate xwendin. Daxuyanî ya bi kurdî ji aliyê ji PDK-T'yê Zîhnet Dînçer ve û daxuyaniya tirkî jî ji aliyê Serokê Giştî yê OSP Sînan Çîftyurek ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di Rojehelata Navîn de siyaset bê kurd nayê avakirin. Li welatê me Kurdîstanê di serî de li perçeyên Başûr û Rojava derê azadiya yekîtiya netewî hatiye vekirin û em hatine vê astê." û geşedanên çar perçeyên Kurdistanê jî wekî nîşaneya vê yekê hate destnîşankirin.

Daxuyanî wiha hate domandin: "Gelê kurd di serî de li Başûr û Rojava di bin êrîşên xeter de ye û bi van êrîşan re rû bi rû dimîne. Di pêvajoyek wisa de bi awayekî ciddî pêywîr dikeve ser milê sazî û dezgehên gelê kurd."

Civîna duh hatibû li darxistin ji ber vî sedemî hatiye li darxistin û xalên ji encama civînê derketin wiha ne:

"*Di serî de, me li ser stratejiyekê ji bo tifaqa netewî Kurdistana Bakur ya mayînde hevdîtinên girîng kir. Pêvjoya diyalogê di 25'ê tebaxê de dê bê domandin.

* Di dema me de, ji bo gelê me gelek derfetên mezin derketine holê. Di vê pêvajoya nazenin de, pêwîste hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî û şexsiyetan, li ber raya giştî, hevdû reş nekin, biçûk nexin û peyamên dijber nedin.

* Em êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember Rojava û Başûr pêk tên lanet dikin. Em li bendê ne ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bên şikandin. Em li cem gelê xwe Êzîdî ne û em êşa wan parve dikin. Em bang li hemû gelên xwe yên li welat û derveyî welat dikin ku piştgiriyê bidin gelê me yê Êzîdî.

* Em bang dikin û li bendê ne hemû hezên gelê kurd ên netewî li hember êrîşên DAIŞ'ê bi siyasî û leşkerî bibin yek û ji bo pêşeroja Kurdîstanê tevbigerin.

(bg/lg)