1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê konferansa jinan destpêkir
Li Amedê konferansa jinan destpêkir,li,amedê,konferansa,jinan,destpêkir

Li Amedê konferansa jinan destpêkir

Konferansa bi mijara "Polîtîkayên civakî yên li ser jinan"e li avahiya rexistina BDP'ê a Amedê dest pê kir

A+ A-

Konferansa bi mijara "Polîtîkayên civakî yên li ser jinan" a ji aliye Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) te organîzekirin û 2 roj berdewam bike dest pê kir.

Konferansa bi mijara "Polîtîkayên civakî yên li ser jinan" a ji aliye Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) te organîzekirin û 2 roj berdewam bike li avahiya rexistina BDP'ê a Amedê dest pê kir. Di salona konferansa ku ji bajarên rojava û herêmê nezîkê 250 delgê tevlî bû pankartên wek "Dê di jiyana civakî de şorêş bi azadiya jinan pêk bê", "Bîlançoya qirkirina jinan, zewîcandina jinan ya bi emrê biçûk, pir zewacî, gaspkirina mafê perwerdehiye, cînayet, fuhuş, tecavûz, sûnnet, ensest, recm", "Çareserî bi tekoşîna zayendê ya radîkalê" û "Azadiya Ocalan û statuya gele Kurd dê bi pêşengiya jinê pêk bê" hatin daliqandin. Konferans piştî peşkêşkirina xebatên saziyên jinan a bi sînevîzyonê hate nîşandin û deqeyêk rêzgirtinê dest pê kir.

Konferans, piştî hilbijartina dîwanê, mijarên pevajoya siyasî û polîtîkayên AKP'ê yên li hemberê jînan, pirsgirêka kurd hate nîqaş kirin. Di nîqaşan de polîtîkayên AKP'ê yên ji bo îxtîdara xwe berdewam bikê yên li hemberê vîn, bedên û nasnameya jinên kurd û gelê kurd, hate nirxandin. Delegeyan di nîqaşên xwe de mijarên wek wekheviya jinan, zanistiya zayendê û avakarina civakî ehlaqî nirxand. Konferansa ji çapemeniyê re girtî berdewam kir dê sibe piştî mijarên wek zîhniyeta desthilatdariye, polîtîkayên jinan, tûndiya li ser jinan û peşniyarên ji bo çareseriyê bên nîqaş kirin dê dawî bibe.

(dt/mae)