Li Amedê li hember tiryakê seferberî!
ÎSMAÎL ESKÎN
AMED (DÎHA) - Li Amedê ji aliyê saziyên civakî û rêveberiyên herêmî ve li hember tiryakê 'Platforma Têkoşîna li hember Hînbûyîna Made ya Amedê' hat avakirin. Li gorî daneyên platformê ji sala 2007'an vir ve 3 hezar û 349 zarokan tedawiya tiryakê dîtin. Serokê Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî ya Amedê Alaatîn Baran balkişand ser rîsk û lezgîniya pirsgirêkê.
Li Amedê li hember tiryakê seferberî hat destpê kirin û ji aliyê saziyên civakî û rêveberiyên herêmî ve li hember tiryakê 'Platforma Têkoşîna li hember Hînbûyîna Made ya Amedê' hat avakirin. Serokê Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî ya Amedê Alaatîn Baran anî ziman ku dê der barê mijarê lêkolîn bikin, bi Palana Çalakî ya Bajar ve bi malbat, zarok, ciwan û derdorên cuda yên civakê re hevdîtin pêk bînin û wiha got: "Divê ev pirsgirêka civakî tenê bi çend saziyan civakî neyê meşandin. Divê xebateke berfireh bê meşandin. Dibe ku saziyên cemaweriyê jî tevli xebatê bibin. Dibe ku pêvajoyeke seferberî bê avakirin."
'Em amade ne piştgiriyê bidin'
Baran destnîşan kir ku di xebatên bi vî rengî de rola Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û saziyên civakî û wiha got: "Wekî komele em amade ne piştgiriyê bidin." Baran anî ziman ku divê bi yekpare nêzîkî pirsgirêkên li herêmê bibin, ji hev nayê cudakirin û hinek kes dixwazin di vî karî de rantê bi dest bixin. Li gorî daneyên platformê ji sala 2007'an vir ve 3 hezar û 349 zarokan tedawiya tiryakê dîtin.
Eger tedbîr neyên girtin dê pirsgirêk mezintir bibe
Baran bilêv kir ku ji bo tedawiyê demeke dirêj lazim e, di demeke kurt de tedawî ne mimkun e û divê xizmetên pêşîlêgirtin û parastinê bê dayîn. Baran destnîşan kir ku divê civak li hember vê pirsgirêkê bi hestiyar be, tevli xebatên bi vî rengî bibe û bi taybet jî meclisên taxan, rûspiyên taxê û kesên ku li taxê xwedî gotin in bikevin dewreyê û aktîf bibin. Baran diyar kir ku eger tedbîr neyên girtin dê pirsgirêka tiryakê mezintir bibe û wiha axivî: "Dibe ku bajarê em dijîn di tahlukeyê de be. Piştî koçberiya mecbûrî û valakirina gundan welatî hatin bajar. Dibe ku niha rewş berovajî bibe. Dibe ku îcar welatî ji bo parastina zarok û malbata xwe koç bikin." Baran da zanîn ku dê şaredarî der barê mijarê yekîne ava bike. Her wiha li Amedê nexweşxaneyeke ku xizmetê bide zarokên mêr heye, lê nexweşxaneyê ku xizmetê bide zarokên keç nîne.
(ça)