Li Amedê lîstika AKP’ê ya li dijî UNESCO
AMED 06.11.2013 07:01:17 Bi pêşniyara Wezareta Çand û Turîzmê re ji bo ku Bedenên Amedê û Baxçeyên Hevselê yên Amedê bikevin lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê xebata destpêkê kir û serî li UNESCO hat dayîn. Wezareta bajarvanî û derdorê jî bi talîmata serokwezîrê Tirk Erdogan herêma ku baxçeyên Hevselê digire nav xwe ya ku wek endam di UNESCO de hatiye nîşandan, wek ‘Qada çêkirina rezervê’ îlan kir û 110 hektar qad ji bo xwecihbûnê vebike xebat da destpêkirin.
Ji bo ku Baxçeyên Hevselê û Bedenên Amedê ji bo Mîrateya Çanda Cîhanê UNESCO bê qebûlkirin bi hevkariya Wezareta Çand û Turîzmê xebat hatibû destpêkirin û xebatan di rojên borî de encam da. Şaredariya Bajar a Amedê di encama Konseya Bajar û Saziyên Civaka Sîvîl de di 25’ê cotmehê de dosya ji Wezareta Çand û Turîzmê re şand.Wezaretê Jî ji bo ku dosya pêşkêşî UNESCO’yê kir.
Ji bo ku dosyaya pêşnûmeyên rû bi rû bê hevdîtinkirin heyetek ji şaredariyê çû Parîsê. Ji bo dosyaya ku dê Sibata 2014’an de bê şandin ji rayedarên UNESCO nêrîn û pêşniyar hatin girtin.
Seroka Beden û Keleha Amedê Nevîn Soyukaya, piştî serlêdanê daxuyaniyek da û Baxçeyên Hevselê çavkaniyeke mezin ya hilberînê ye û di navbera Keleh û Çemê de Dîcleyê de cih digire.
Soyukaya da zanîn ku pisporên ji derveyê welat tên dema Baxçeyên Hevselê dibînin şûnde, wek mînakek ku kêm tê dîtin bi nav dikin û wiha dibêjin: “Ji ber vê me hevsel wek mîrateya cîhanê pêşniyar kir. Heta ku Çemê Dîcle, Hevsel û Keleh neyê fikirin, ne mumkune mirov bajar bifikirin. Ev hêmayên ku Amedê xwedî dikin tunebûn dê jiyan li vir evqas dirêj nedomiya. Ji ber vê me ji ser wezareta Çand û Turîzmê pêşkêşî UNESCO’yê kir. Baxçeyên Hevselê 700 hektar cih digire. Bedenên Amedê jî 6 km reye. Li cîhanê tu mînakên wisa tune. Ne tenê meznahiya wa, ji roja ku hatine înşakirin heta îro hatine parastin û hata îro hatine. “
CIHÊ WEK ENDAM HATIYE NÎŞANDAN, WEK QADA REZERVÊ HATIYE ÎLANKIRIN
Baxçeyên Hevselê ku wek namzet hat nîşandan, beşeke wê ya mezin ya ji hezar û 100 hektarî pêk tê ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Derdorê ve wek ‘Qada çêkirinê ya Rezervê’ hat îlankirin. Dema ev biryar hatiye girtin, pêwist nedîtin ji Plana Îmarê ya Nazim a Şaredariyê tu agahiyê bigirin. Tenê ji wezaretê nivîsek hatiye û krokîya baxçeyên Hevselê hatiye diyarkirin û li gorî qanûna hejmar 6306’an qadên ku di bin rîska afetê de bin, dê li vir avahî bên çêkirin û tahliyeya wan bê kirin. Ji ber vê jî wek qada rezervê hat îlankirin. Wezaret dibê ku ji bo ku kesên hewcedariya wan konutan hene vê derê ji îmarê re vedikin.
Li ser vê yekê Konseya Bajar a Amedê li ser vê mijarê û her wiha di mijara ku li ser Çemê Dîcle 3 HES tên çêkirin de biryara civînê girt.