Li Amedê lîstika dewletê ya li ser ciwanan
Li Amedê ciwanan dikişînin nava davika madeyên hişbir
HÊZÎL ROJDA Li Amedê temenê karanîna madeyên hişber daket temenê zarokên dibistana seretayî. Li gelek taxan êdî zarok esrarê dikişînin û difiroşin. Keyayê Kaynartepeyê Îlhamî Altun bang diyar kir ku malbat di nava xof û tirsê de ne û bang li rayedaran kir ku peywira xwe pêk bînin û got: “Gava ez zarokan bi vî awayî dibînim wijndana min qebûl nake.”
Zarokên Kurd ên ku ji ber pirsgirkên civakî, siyasî û aborî nikarin zarokatiya xwe bijîn, ji ber polîtîkayên dewleta Tirk di xefika karanîna madeyên hişber de ye. Bi taybet li taxên Kaynartepe, 5 Nîsan û Mûradiye yên Rezana Amedê, Seyrankapi, Dîcle, Ferît Koşk û Fîskayaya navçeya Yenîşehîrê, û Saraykapi û Hançepek ên navçeya Sûrê, karanîn û firotina madeyên hişber êdî gihiştiye asteke metirsîdar. Malbat ji vê yekê bi fikar in.
Rêjeya karanîna madeyên hişber li dibistanan her sala ku diçe du qat zêdetir dibe. Sedema vê yekê jî şert û mercên siyasî ne û bi taybet jî zêdebûna koçberî û hejariya di encama van şert û mercên siyasî de çêdibin. Li Amedê ji ber polîtîkayên hukûmeta Tirk her ku diçe rêjeya hejariya Kurdan zêde dibe û êdî zarokên dibistana seretayî jî madeyên hişber bi kar tînin.
Êdî ev madeyên hişber dikarin li her derê bifiroşin û bi taybet jî gihiştiye ber derê dibistanan jî. Lê heta niha rayedar li hemberî vê yekê bê deng in. Şêniyên taxa Kaynartepe ya ku rêjeya karanîna esrarê lê zêde ye, ji ber zarokên xwe bi fikar in.
‘GER PIRSGIRÊK ÇARESER NEBE DÊ CIWANÊN AMEDÊ BIKEVIN XEFIKA MADEYÊN HIŞBER’
Keyayê taxa Kaynartepe Îlhamî Altun ji ANF’ê re axivî û got: “li Amedê bi taybet jî li taxa Rezan karanîna madeyên hişber her ku diçe zêdetir dibe. Di vê mijarê de, me di serî de Midûriyeta Emniyeta Amedê, walîtî û rayedarên din re hevdîtin kir. Ev çar sal in ku ez keyatiyê dikim, me gelek caran serlêdan kir, lê heta niha ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tu pêngavek nehatiye avêtin.” Altun bal kişand ku madeyên hişber gihiştiye hundirê dibistanan jî û got: “Zarokên me yên ku diçin dibistana seretayî jî esrarê bi kar tînin.”
Altun ev bang li rayedaran kir: “Li hemberî zêdebûna karanîna madeyên hişber bê deng nemînin, bila ev pirsgirêk çareser bibe. Ger pirsgirêk çareser nebe ciwanên me li Amedê bi temamî dê bikevin xefik û kemîna madeyên hişber.”
Altun destnîşan kir ku ciwan ji ber xizaniyê ketine xefika madeyên hişber û got: “Ji bo ciwanên me bikarin bixebitin, em dixwazin kargeh bên avakirin. Li nîva kolanan torbeyên xwe dideynin û esrarê difiroşin. Dîsa ji ber diziya li kolanan ewlehiya canê mirovên me nemane. Mînak, niha li keyatiyê 300 nasname hene. Evane hemû mexdûrên vê yekê ne. 7 meh in amîrê emniyetê hatiye Amedê, lê niha tu kesî rûyê wî jî neditiye. “
KEYA ALTUN: GAVA ZAROKAN DIBÎNIM WIJDANA MIN DIÊŞE
Altûn diyar kir ku zarokên wî bi xwe jî hene û wiha axivî: “Gava ez van zarokan wiha dibînim wijdana min diêşe. Êdî tiştek di destê dayik û bavan de nemane. Hemû zarokên ku hînî karanîna madeyên hişber bûn êdî ji destê wan derketin. Em li parkan dinêrin zarokên zarokên 9-10 salî rûniştine û esrar dipêçin.”
Altun pirsî: “Dê kengê dest bidin pirsgirêkên Amedê? Em ê heta kengî sebrê bikin?” Herî dawî Altun da zanîn ku êdî tehemûla gel nemaye û bang li rayedaran kir ku peywira xwe ya li hemberî vê yekê pêk bînin.
Ji şêniyên taxê Y.A. jî got: “Li taxa me pirsgirêka ceyranê heye. Ji ber vê jî dema dinê tarî dibe diz jî zêde dibin. Zarok dibin mehkûmê madeyên hişber, zarokên ku dixwazin madeyên hişber bikirin, ji bo vê yekê diziyê dikin.”