1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê merasîmeke bi heybet
Li Amedê merasîmeke bi heybet,li,amedê,merasîmeke,bi,heybet

Li Amedê merasîmeke bi heybet

A+ A-

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Mizbah Ezer û Omer Erdogan li gel mudaxeleya polîsan û astengkirina polîsan ji ailyê zêdehî 50 hezaran kesan ve hatin definkirin. Piştî merasîma cenaze bi deh hezaran kes ber bi Mala Şînê ya Dîcleliyan ve meşiyan.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mizbah Ezer ê li Geliyê Tiyarê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê gerîlayê HPG'ê Omer Erdogan ê li navçeya Pîranê jiyana xwe ji dest da li gel mudaxele û astengiya polîsan a bi tund ji aliyê zêdehî 50 hezar kesan ve li Goristana Yenîkoyê ve hatin definkirin. Polîsan bi tund mudaxele li girseya zêdehî deh hezaran kesên li ber Mizgefta Bayramoglu kombûn kir û girseya li kolanan belav bû careke din hate cem hev û ber bi Goristîna Yenîkoyê ve dest bi meşê kir. Li gel hemû êrîşên polîsan ên bi bombeyên gazê girseyê bi sloganên "Tolhildan", "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo" û "Zext me têk nabin" girse meşiya û bi girseya li taxa 5 Nîsanê hate cem hev û xwestin bigihijin Goristana Yenîkoyê. Girseya li nêz Komeleya Hemwelatiyên Azad a 5 Nîsanê meşiya ji bo wesayîtên polîsan derbas nebin barîkat danîn riyê. Ji ber bombeyên gazê û agirên hatin hilkirin taxa 5 Nîsanê di bin mijê de ma.

BOMBEYÊN GAZÊ AVÊTIN HINEK MALAN

Hate diyarkirin ku piştî mudaxeleyan polîsan xwest ku bi zorê bikevin apartmanan. Welatiyan bertek nîşanî polîsan dan û polîsan raste rast bombeyên gazê avêtin malan. Piştî bertekan polîs ji nava tax derketin û li ser kolanan kom bûn.

HEWILDANA PROVOKASYONÊ

Dema ku girseya bi deh hezaran li ber Komeleya Hemwelatiyên Azad di meşiyan 4 kesên tê gotin Hîzbullahci ne û marketê didin xebitandin bi çekan û saturan êrîş li girseyê kirin. Li ser vê yekê ciwanan xwest ku wan kesan lînç bikin lê BDP'î ketin navberê. Dikana wan kesan tevlî hev kirin û bombeya deng avêtin hûndir. 4 kesên birîndar bûn ji cihê bûyerê reviyan.

ZÊDEYÎ 50 HEZAR AMEDÎ LI YENÎKOYÊ KOM BÛN

Piştî hewildana provokasyon girse hate Kolana Sento û li vir hinek banq û navendên kar rastî êrîşa kevir û molotofan hatin. Girse li Goristana Yenîkoyê ji aliyê deh hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Li goristanê hejmara girseyê gihişti 50 hezaran. Li goristanê alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên HPG'ê hatin hilgirtin.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlementerên Amedê Emîne Ayna û Leyla Zana, şaredarên BDP'ê û girseya zêdehî 50 hezar bi sruda "Çerxa Şoreşê" rêzgirtin girtin. Piştî rêzgirtinê cenazeyên gerîlayên HPG'ê Erdogan û Ezer ên bi alên PKK'ê hatin dorpêçkirin ji aliyê girseyê ve hatin girtin û ber bi Goristana Yenîkoyê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên "Şehîd namirin" û "Tolhildan" hatin berzkirin. Di meşê de gelek alên PKK'ê û KCK'ê hatin hilgirtin.

Piştî meşê cenazeyên her du gerîlayên HPG'ê bi slogan û lorîkên kurdî hatin definkirin.

Pişt re bi deh hezaran kes ber bi Mal Şînê ya Dîcleliyan ve dest bi meşê kirin. Piştî demekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxele li girseyê kir. Piştî girseyê ji bi keviran bersiv da bûyer derketin. Bûyer di navbera kolanan de berdevam dikin.

Wêne: DÎHA

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî