1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê pilingê êrîşê şivanekî kir
Li Amedê pilingê êrîşê şivanekî kir,li,amedê,pilingê,êrîşê,şivanekî,kir

Li Amedê pilingê êrîşê şivanekî kir

A+ A-

Li navçeya Çinara Amedê, şivanê ku bû armanca êrîşa pilingekî, birîndar bû.

Li gundê Solmazê ku 10 km. dûrî navçeya Çinarê ye, Kasim Kaplan û pismamê xwe Mahmut Kaplan re dema pezê xwe diçêrînin, Kasim Kaplanê 29 salî dibe armanca êrîşa pilingekî. Mahmut Kaplan jî ji bo pismamê xwe ji nav lepê pilingê rizgar bike, bi tifinga destê xwe bera pilingê dide û dikuje. Di encama vê êrîşê de Kasim Kaplan birîndar dibe û wî radikine Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê. Kaplan ku ji milê xwe û pişta xwe, bi pençeyên pilingê birîndar bûye, piştî dermankirinê dişînine mala wî.

CARA YEKEM E TÊ DÎTIN

Mamosteyê Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Murat Biricik ku li ser vê bûyerê, diçe gund, wiha dibêje: ”Ev leoparek e ku heya niha li herêmê cara yekem e tê dîtin. Di sala 2010î de li Sêrtê yek hatibû kuştin. Piştî lêkolînan dê diyar bibe kîjan cureyê leoparê ye ev.

Mamosteyê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç jî da zanîn ku hebûna vê leoparê li herêmê, mîna mucîzeyekê ye û rayedar divê demildest herêmê bikine bin parastinê, lewra dikare çêlikên wê jî hebin.

Werger: Amîda Kurd