1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê piştî daxuyaniyê pevçûn
Li Amedê piştî daxuyaniyê pevçûn,li,amedê,piştî,daxuyaniyê,pevçûn

Li Amedê piştî daxuyaniyê pevçûn

A+ A-

Bi hezaran kesên ku li parka koşuyoluyê lihev civiyan ji bo 15'ê Sibatê roja salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyê şermezar bikin ber bi mêvanxane ve meşiyan. Piştî ku polîsan daxuyanî asteng kirin girsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk li vir daxuyanî da û got; "Bila baş bizanibin ku gelê Amedê afirênerê vê têkoşînê ye. Lewma gelê Amedê dê li hemberî vê zilmê liber xwe bide û berteka xwe ya rewa bîne ziman. Polîsan piştî daxuyaniyê êrîşî girsê kir.

Li Amedê bi hezaran kesên ku xwestin li parka koşuyoluyê ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê roja salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyê şermezar bikin rastî êrîşa polîsan hatin. Girse ji vê derê derbasî ber mêvanxaneyê bû û çalakiya rûniştinê lidar xist. Piştî çalakiya rûniştinê li vir daxuyanî hat dayîn. di vê navberê de polîsan bi sedan kesên ku xwestin biçin ber mêvanxanê jî asteng kirin. Bi hezaran kesên ku li ber mêvanxanê dirûşmeyên wekî; "bimre komploya 15'ê Sibatê" qêriyan. Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut li vir xîtabî girsê kir û astengkirina çalakiyê şermezar kir. Zumrut got; "Kes dê nekaribe pêşî li berxwedana Amedê bigire. Gelê kurd heta roja îro ev roja reş bi çalakiyên xwe vala derxistin." Zümrüt bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku heta azadiya Rêberiya wan dê berxwedana xwe bidomînin.

'Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin'

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk jî diyar kir ku bal kişand li ser komploya 15'ê sibatê û wiha axivî: "Îro rojeke reş e. Salvegera Birêz Ocalan bi komplo û lîstokan radestî Tirkiyê kirin e. Em vê komployê şermezar dikin. Ev Komplo kemîna li hemberî gelan e. Birêz Ocalan her tim riya aştiyê hilbijart. Ne wisa ba dê heta roja îro ev erdnîgarî veguherîbûya dojehê. Lewma em li ber Birêz Ocalan bejna xwe ditewînin. Heta Birêz Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em banga bilindkirina têkoşînê jî li gelê xwe dikin.

Polîsan êrîşî girsê kir

Piştî daxuyaniyê girse ber bi taxa 5 nîsanê ve dest bi meşê kir. Polîsan bi bombeyên xazê û ava şid êrîşê girsê kir. Girse jî xwe bi keviran parast. Gelek dikandar jî ji bombeyên xazê tesîr bûn. Pevçûnên li taxan berdewam dikin.

DÎHA (ak)