Li Amedê polîsan ciwanek qetil kir
Di dema xwepêşandanên li navçeya Rezan ya Amedê de polîsên AKP’ê gule li pişta ciwanê bi navê Murat Elîboz xist û Elîboz qetil kir. Hat ragihandin ku, Elîboz di encama guleya rastîn de hatiye qetilkirin.
Ciwanê bi navê Murat Elîboz yê 21 salî ku li Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê dixwîne û piştî erdhejê hatibû warê xwe navçeya Çinara Amedê, îro tevlî mitînga BDP’ê ya li Amedê ya bi navê “Ez li vir im. Xwedî li vîna xwe derdikevim” bû û bû hedefa guleya polîsên AKP’ê. Piştî mitîngê girseya ku Elîboz jî di nav de xwest berbi navçeya Rezanê ve bimeşe, polîsên AKP’ê xwe li meşa girseyê negirt û mudaxeleyekî tund pêk anî.
Mudaxeleya ku bi guleyên rastîn û bombeyên gazî pêkh atî, ciwanê bi navê Murat Elîboz ji pişta xwe gule xwar. Elîbozê ku giran birîndar bûyî, rakirin nexweşxanê lê li rexmê hemû mudaxeleyan nehat xilaskirin. Piştî otopsiya li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê hatî kirin, hat ragihandin ku Elîboz bi guleya rastîn hatiye qetilkirin.
Hat ragihandin ku, wê cenazeyê Elîboz li Çinarê bispêrin axê.
ANF NEWS AGENCY