Li Amedê Pîrozbahiya 114 saliya rojnamegeriya kurd
Çapemeniya kurd 114'emîn salvegera xwe pîroz kir
114'emîn salevgera damezirandina Rojnameya Kurdistanê ya li Kahîreyê pêk hat, ji aliyê Rojnameya Azadiya Welat ve bi bernameyekê hate pîrozkirin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, diyar kir ku ew ji gelê nasname û zimanê wan tê înkarkirin tên û wiha got: "Tu êş neman nekişandin. Me ev zulim ji bo nasname û azadiya xwe kişand. Qedera çapemeniya kurd jî weke dîroka kurdan e." Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî diyar kir ku bi Rojnameya Kurdistinanê 114 sal berê meşekê dest pê kir û wiha got: "114 salin ev meş berdewam dike. Heta azadiye dê berdewam bike."
Rojnameya Azadiya Welat, bi minasebeta 114'emîn salvegera Rojnamegeriya Kurd ku bi weşana Kurdistan li paytextê Misirê Kahirê dest pê kir li Otela Kervan Sarayê ya Amedê bi bernameyekê pîroz kir. Li salonê pankarta "Hûn bi xer hatîn Şeva 114'min Salvegera Rojnamegerîya Kurdi" hate daliqandin. Xebatkarên rojnameyên Azadiya Welat, Ozgur Gundem, DÎHA, JINHA, Gun TV, Belavkariya Firatê, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, parlementerên BDP'ê Mulkiye Bîrtane û Nursel Aydogan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, malbatên rojnamegerên jiyana xwe ji dest dan, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kesên din tevlî bernameyê bûn. Ji ber ku cenazeyê Endamê HPG'ê Perwer Bîlmez ê ku di pevçûna li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da anîn Amedê bernameya muzîk hate betalkirin. Di bernameyê de peyma rojnamegerên girtî hate xwendin.
'Meşa me dê berdewam bike'
Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat Menderes Oner, axaftina xwe bi slavkirina mêvan û dostên Azadiya Welat dest pê kir û wiha got: "Em rojnamegeriya kurd a ku me ji Miqdat Bedîrxan dewr girtin bi berxwedeneke bi birayar em berdewam dikin. Em bi rihê lehengên kurdan dimeşin. Em dê di riya wan de her tim bimeşin." Oner, di axaftina xwe de çalakiyên greva birçîbûnê slav kir.
'Ji bo pêşketina kurdî rola çapememiyê gelek mezin e'
Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî axaftineke kin kir. Zumrut, diyar kir ku çapemeniya kurd bi kedeke gelek mezin hate vê astê û wiha got: "Zimanê kurdî bi keda çapemeniyê mezin dibe. Ev ziman dê bibe zimanê perwerdehiyê jî. Di vê riyê de bi biryar têkoşîn berdewam dike. Ez li ber kevneşopiya çapemeniyê bejna xwe ditewînim."
'114 salin li ser vê erdnîgariyê zilim û zext bi dawî nebûn e'
Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr jî bi minasebata salvegara avakirina Rojnameya Kurdistanê hemû xebatkarên çapemeniyê slav kirin. Baydemîr, diyar kir ku kedkarên çapemeniya kurd 114 salin bi kedeke gelek mezin rojnamegeriya kurd dikin û wiha got: "Ev tê vê wateyê; 11 salin meşeke berdewam dike. 114 salin li ser vê erdnîgariyê zilim û zext bi dawî nebûn e. Heta azadî tê ev meş û berxwedan dê berdewam bike. Ev meş daxwaza ziman, azadî û çanda neteweyekê ye. Ev daxwaz ya keseke û saziyekê nîn e. Ev berxwedan ya geleke qedîm û azadiya erdnîgariyeke ye." Baydemîr, anî ziman ku daxwazekî wî ji xebatkarên çapemeniya azad heye û wiha axivî: "Hêviya min ew e ku di hemû nivîsan de ji bo yekîtiya kurdan zimanê aştiyê esas bê girtin. Divê zimanê hemû weşanên me yên li 4 perçeyan zimanê aştiyê be."
'Rojnameya Kurdistanê îro bi dehan saziyên çapemeniyê berdewam dike'
Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî diyar kirku 114'emîn salvegera avakirina Rojnameya Kurdistanê li geleke cihan tê pîrozkirin. Bîrtane, anî ziman ku kevneşopiya bi Rojnameya Kurdistanê, Hawar û Riya Teze dest pê kir îro bi dehan televîzyon, rojnameyên rojnae û kovaran berdewam dike.
'Qedera çapemeniya kurd weke dîroka kurdan e'
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî diyar kir ku pîrozkirina 114'emîn salvegera kevneşopiya çapemeniya kurd rûmeteke gelek mezin e û wiha got: "Ez li vir di şexsê Apê Musa de li ber hemû şehîdên çapemeniyê bejna xwe ditewînim." Tugluk, anî ziman ku li ser erdnîgariya kurdan tu tişt bê bedel nehatin afirandin û wiha axivî: "Em ji gelê ku ziman û nasnameya wî tê înkarkirin tên. Tu êş neman me nekêşandin. Em ev zilim ji ber me daxwaz nasname û azadiya xwe kir kêşandin. Qedera çapemeniya kurd jî wekî dîroka kurd e. Di salên 90'an de ji ber ku çapemeniya azad ruyê şerê qirêj deşîfre kir, bûyerên kiryar nediyar deşîfre kir rastî zilmeke bêsînor hat. Em generalên biçuk ên di salên 90'an de rojname belav dikirin ji bîrnakin. Zarokên me jî qetil kirin. Hemû kedên hatin dayîn vale neçûn."
Berdevkê TZPKurdî û Rêveberê KURDÎ DER'ê Mehmet Şahîn jî diyar kir ku ji bo gelekî 2 tiştên gelek girîng hne û wiha got: "Ji bo neteweyekê ziman û çapemenî gelek girîng e. Ziman jiyana civakê ye. Çapemenî jî wijdana wê civakê ye. Ji ber vê yekê çapemeniya kurd li ser vê erdnîgariyê bi kedeke gelek mezin bûye wijdana civakê."
Bername bi axaftina Dayîka Mazlum Erencî Remziye Erencî û Bavê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat ê berê yê girtî Vedat Kurşun Şukru Kurşun bi dawî bû.
(bd/mae)