1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê pîrozbahiya Noelê
Li Amedê pîrozbahiya Noelê,li,amedê,pîrozbahiya,noelê

Li Amedê pîrozbahiya Noelê

A+ A-

Welatiyên Xirîstiyan yên li Amedê dijîn, cejna Noelê di dêrê de pîroz kirin. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş tevli pîrozbahiyê bû. Demîrtaş, di pîrozbahiyê de diyar kir ku ew dê li hemberê feraseta ku ji ber cudahiyên wan wan wekî dijmin dibînin bi înat bi cudahiyên xwe bi hevre bijîn."

Bi boneya pîrozkirina 25'ê kanûnê cejna Noelê ku wekî rojbûna Hz. Îsa tê pîrozkirin welatiyên Xirîstiyan yên li Amedê dijîn di Dêra Dayîka Meryem de ayîna Noelê pêk anîn. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Serokê DIYA-DER'ê Zaît Çîftkiran, Pirê Elewiyên Tirkmen Hasan Baykurt, Nûnerê Baweriya Êzidî Yilmaz Demîray, Serokê Komeleya Domînîler ya Amedê Mehmet Demîr, hin mele û gelek welatî tevli pîrozbahiya Noelê bûn. Malbatên ku serê sibê hatin dêrê ji Încîlê ayet û dua xwendin. Meleyên tevli pîrozbahiyê bûne jî di ayînê de find pêxistin û dua xwendin. Piştî ayînê Qeşeyê Dêrê Dayîka Meryem Yusuf Akbulut axivî. Akbulut, bi boneya ku tevli ayînê bûne spasiyên xwe ji Demîrbaş û yên pêre xwest.

Di dawiya ayînê de Akbulut nan da beşdaran. Şaredarê Surê Demîrbaş jî li vir axaftinek kir û cejna Noelê ji hemû Xirîstiyanan re pîroz kir. Demîrbaş diyar kir ku ew ji ber cudabûna xwe dijmin tên dîtin, lê dê li gel vê yekê jî bi hevre bijîn û wiha got: "Em dê li hemberê feraseta ku ji ber cudahiyên me, me dikin dijminê hev bi înat bi cudahiyên xwe bi hevre bijîn." DÎHA (lg/mae)


Bêjeyên Miftehî