Li Amedê semînera tenduristiyê
Li Amedê bi hevkariya Şaredariya Peyasê û Odeya Bijîşkan a Amedê semînera bi navê 'Pençeşêra pêsîran û muayene xwe bi xwe yî' hate li dar xistin.
Li Amedê bi hevkariya Şaredariya Peyasê û Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo gel semînerên tenduristiyê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de li Mala Piştgirî û Perwerdehiya Aydin Erdem a girêdayî Şaredariya Peyasê semînerekî bi navê 'Pençeşêra pêsîran (memik) û mûaneya xwe bi xwe yî' hate dayîn. Beriya semînerê Cîgirê Serokê Şaredarê Peyasê Îhsan Avci axaftinek kin kir û diyar kir ku ji bo di mijarên tenduristiyê gel agahdar bikin semînerekî bi vî rengî li dar dixin û spasiya xwe ji bo bijîşkên semînerê didin, pêşkêş kir.
Teşhîsa zû pir girîng e
Dr. Erkan Dalbaşi tevî sînevîsyonê axivî û derbarî pençeşêra pêsîran agahî da jinên ku beşdarî semînerê bûne. Dalbaşi, diyar kir ku pençeşêra pêsîran 2'emîn pençeşêra ku zêdetir li mirovan çêdibe ye û ev nexweşî bi taybet jî li Tirkiyeyê pir tê dîtin. Dalbaşi, anî ziman ku nexweşî piranî di temenê piştî 40 û zêdetirî wê di nava jinan de tê jiyandin û diyar kir ku ev her ku diçe di nava kesên temenên wan biçûk e jî ev nexweşî tê jiyandin. Dalbaşi, balkişand ser teşhîs û dermankirina zû. Dalbaşi herî dawî derbarî mûayeneya xwe bi xwe yî jî agahî da.
(ab)