1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê serhildana ajokaran!..
Li Amedê serhildana ajokaran!..,li,amedê,serhildana,ajokaran

Li Amedê serhildana ajokaran!..

Ajokarên otobusên ên Amedê li hemberî pêkanînên polîsan serî hildan!

A+ A-

Li Amedê helwesta polîsan a bi keyfî ya li hemberî ajokarên otobusên gel ên di nava bajar de dixebitin her diçe zêde dibe. Li hemberî vê pêkanîna polîsan ajokaran serî hildan. Herî dawî serê sibê ajokarê li hemberî ceza birîna polîs îtîraz kir ji aliyê polîs ve hate darpkirin û hate binçavkirin, hemû ajokarên otobusên gel li kolana Ekîncîlerê kombûn û rê li trafîkê girtin.

Li Duryana Kasaplar a Semta Ofîsê ya Amedê ajokarê bi navê Sadik Boray ê xwediyê otobusa gel a bi plaqeya 21 H 0062 li hemberî cezayê polîsan îtîraz kir ji aliyê çend polîsan ve hate darpkirin. Pişt re polîsekî gaza îsotê avête otobusê ya rêvî tê de û gule berdan hewayê. Boray ê hate binçavkirin jî birin Şaxa Midûriyeta Polîsan a Semta Ofîsê. Ajokarên otobusên gel ên bûyer bihsîtin bi wesayîtên xwe li Kolana Ekîncîlerê kombûn û rê li trafîkê girtin. Nêzî 100 otobusan li Kolana Ekîncîlerê çalakî li dar xistin û 86 otobusan jî li garajê kontax girtin.

Ajokaran bertek nîşanî binçavkirina Boray dan û diyar kirin ku her tim polîs bi awayekî kefyî cezayan li wan dibirin û ajokarên li hemberî vê yek der dikevin jî rastî darpkirina polîsan tên û wiha gotin: "Gelo li nav van avahiya û ewqas mirovan de çek tê bikaranîn? Em di kîjan serdemê de dijîn. Em dest ji vê yekê bernadin em dê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin." Ajokaran bi armanca şermezarkirina bûyerê her du aliyên riyê ji trafîkê girt. Piştî hevdîtina amokaran a bi walîtiyê re hate taloqkirin ajokaran biryara çalakiya xwe berdewam bikin girtin. Otobusên tevlî çalakiyê bûn jî ji aliyê polîsan ve plaqeyên wan hatin qeydkirin.

Ajokaran nezî 2 saetan çalakiya xwe berdewam kirin.

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî