1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Amedê stran ji bo azadiyê bilind bûn
Li Amedê stran ji bo azadiyê bilind bûn,li,amedê,stran,ji,bo,azadiyê,bilind,bûn

Li Amedê stran ji bo azadiyê bilind bûn

A+ A-

1'emîn Mihrîcana Muzîkê ya Amedê, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehîre bi hişyariya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" bi konseran berdewam kir. Di konseran de stan ji bo azadiya girtiyan hatin qerîn û bilind bûn.

1'emîn Mihrîcana Muzîkê ya Amedê, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehîre bi hişyariya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" şevê din li Salona Navenda Çandê ya Cegerxwin bernameya dengê Êzidî û Ermeniyan hate lidarxistin. Li Deriyê Çiyê ku Şêx Saît û 46 hevalên xwe lê hatin darvekirin jî konserek mezin hate lidarxistin. Li qada konserê stantên kovar û rojnameyên kurdî rastî eleqeyek mezin hat.

Koma Êzîdxan ku ji Bajarê Şengalê hatin Amedê bi starên xwe yên xweş dengê xwe li Asoyên Amedê bilind kirin. Hunermendê ermenî yê Amedî Edi Yervand jî derket ser dikê û rengekî din da dengê muzîka kurdan.

Koma Jinan a Navenda Çandê ya Dîcle Firatê jî bi stara koro ya "Herne peş" girse coşand. Di mihrîcanê de Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş Serokê Partiya Tevgera Kedê Sibel Uzun jî li ser pêvajoyê û polîtîkayên AKP'ê axaftin kirin û xwestin gavên çareseriyê bên avêtin. Koma Bajar a Muzîkê jî ji bo azadî û aştiyê stran gotin.

Hunermend Zele Mele, Hazala Biçûk, derketin ser dikê û starn gotin. Herî dawî Yaşar Kurt û Comert derketin ser dikê û Comet bi staran "Ez şehidim" şev li Amedê zindî kir.

(mae)