1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê Weşanxaneya pirtûkên zarokan
Li Amedê Weşanxaneya pirtûkên zarokan,li,amedê,weşanxaneya,pirtûkên,zarokan

Li Amedê Weşanxaneya pirtûkên zarokan

A+ A-

AMED (DÎHA) - Weşanxaneya Hîva dê bi 5 pirtûkên ku ji bo zarokan amade kiriye beşdarî fuara Pirtûkan a Stenbolê ku di navbera 8-16'ê mijdarê bibe.

Weşanxaneya Hîva ku 3 meh berê 5 pirtûkên zarokan çap kiribû, ji bo danasîna pirtûkan û pirtûkan bigîne hemû zarokan dê bi 5 pirtûkên zarokan ên bi navê Mîro beşdarî fuara pirtûkan a Stenbolê bibe. Fuar dê di navbera 8 û 16'ê mehê de vekirî bimîne û dê pirtûkên zarokan li vê fuarê bên pêşandan. Pirtûkên ku ji aliyê nivîskar Mem Bawer ve hatin nivîsandin, piştgiriyê dide perwerdehiya zarokan. Der barê armanca weşandina pirtûkên zarokan de nivîskar Mem Bawer diyar kir ku, weşanxaneya Hîva bi taybet ji bo zarokan hatiye avakirin. Bawer, da zanîn ku weşanxane kurdî ye û bi tevahî ji bo zarokan avakiriye û wiha axivî: "Em ji bo perwedeya zarokan pirtûkên bi kurdî amade dikin û dixwazin karê me bi rêk û pek be. Me ewil bi 5 pirtûkan dest bi weşana xwe kir."

'Em naxwazin zarokên me ji çanda xwe dûr bikevin'

Bawer, li ser naveroka pirtûkan jî rawestiya û wiha got: "Weşanxaneya me wek weşanek pêş dibistanê setek mîro derxist. Mîro pisîka wanê ye. Navên pirtûkên hatine çapkirin wiha ye; Mîro paqişiyê dike, Mîro û hevalên wî, Mîro hatin û çûn, Mîro rojbûna mîro, Mîro laşê mîro. Em dixazin zarokên kurd wan pirtûkan bixwînin. Wan pirtûkên peşanga dibistana ne. Ji bo ku zardokên diçin dibistana seretayî sûdê ji waneyan bigirin me ev pirtûk wekî pêşdibistan amade kir û çap kir. Em naxazin têne kumancî be. Em dixazin herdû zarawayên din jî hebin. 2 pirtûkên din jî hene, lê me hêj çap nekirine. Em naxwazîn zarokên me ji çanda gelirî dûrbikevin. Nivîskarê me yên din jî hene. Ev nivîskarên me pirtûkên zaravayê zazakî dinivîsinin. Ew jî wek setekê me amede kirîye. Em dê wan pirtûkan jî çap bikin."

Bawer, destnîşan kir ku wî berê wek nivîskarekî helbest dinivîsandin û 3 pirtûkên wî yên helbestan hatibûn çapkirin. Bawer, bilêv kir ku wî wek nivîskarekî kurd di alîye pirtûkên kurdî yên zarokan de kêmasî dît û wiha got: "Min, wan 2 salên dawiyê dest bi nivîsandina pirtûkên zarokan kir. Ji bo avakirina weşaxaneya pirtûkan me 4 hevalan ji bo weşana pirtûkên zarokan biryar da. Armanca me tênê ji bo weşana pirtûkên zarokan bû. Armanca Weşanxaneya Hîva pirtûkan li hemû fuaran û pirtûkxaneyan belav bike û bigihîne destê zarosan. Ji bo zarokên kurdan dibistanên azad da bixwini em ji ser zimanê zarokan wêneyen zarokan bi rêk û pêk rawestîyane. Deme me weşenxaneya Hîva ava kir, bi taybet me li ser lehengê erdnîgariya Kurdistanê li ser Pisîka Wanê çikirin. Wek leheng Pisîka Wanê çirokên wê dest girt. Hîva wateya wê hêviye hêviya me jî zarokên kurdan bi zimanê xwe pirtûkan bixwînin. Emê di navbera 8-16 mijdarê de peşengaha pirtûkan li fuara pirtûkan a 33 yemîn ku li Stenbolê bê vekirin vekin. Em dê bi 5 pirtûkên xwe tevlî wê fuarê bibin. Ev fuar ji bo me pir girîng e. "

Bawer, ji bo zarok xwe bigînin pirtûkan navnîşana weşanxaneyê jî da û xwest kesên xwe bigînin pirtûkan serî li navnîşana "Taxa Peyasê kolana .222'an a Barış sitesi B/blok kat:6 no:21" bidin.

(zf/mae)