1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Anatoliya Navîn Newroz
Li Anatoliya Navîn Newroz,li,anatoliya,navîn,newroz

Li Anatoliya Navîn Newroz

Li Anatoliya Navîn dê li 4 navendan Newroz bê pîrozkirin

A+ A-

Amadekariyên Newrozê yên Herêma Anatoluya Navîn ber bi dawîbûnê ve diçe. Newroz li 4 bajaran bi slogana "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu" bê pîrozkirin li bendê ne ku bi hezaran welatî tevîbibûn.

Pîrozbahiyên Newrozê yên Anatoluya Navîn di 17'ê adarê de dest pê dike. Newroz îsal dê bi slogana "Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statu" bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozê yên li Enqere, Kirşehîr, Eskîşehîr û Konyayê ber bi dawîbûnê ve diçin. Parlementerên BDP'ê û hunermendên heremî dê tevlî bernameyên Newrozê bibin. Newroz Enqere dê bi meşa saet di 11.00'an de ya li Kolana Toros a li Semta Sihhiyeyê dest pê bike li Qada Kolejê bê pîrozkirin.

Li Eskîşehîrê jî saet di 11.00'an de li qada vala ya li ber Nexweşxaneya Diranan a li taxa Yenîkentê dê dest pê bike. Endama MYK'ê ya BDP'ê Gulçîn Îsbet dê tevlî bibe. Newroza Kirşehîrê jî dê li cem Stadyuma Ahî pêk bê Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Yusel Mutlu dê tevlî bibe.

Li navenda Konya û navçeya Kulu jî dê bên pîrozkirin. Newroz li navenda navçeya Kulu û li Konyayê jî li Cihê Bazarê ya li taxa Işiklarê dê bê pîrozkirin û Parlementera BDP'ê Pervîn Buldan dê tevlî pîrozbahiyê bibe.

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî