Li Bazîdê belavoka provokasyonê
AGIRÎ - Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bazîdê Talat Aktaş diyar kir ku, li navçeyê li ser navê wan belavokên provokasyonê têne belavkirin. Aktaş got ku di belavokan de tê gotin ku, ciwanek ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin û wê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî bê dayîn.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê Talat Aktaş diyar kir ku, ji aliyê hin kesên nasnameyên wan nediyar yên ji Îdirê hatine ve ji duh şevê heta niha li navçeyê belavokên provokasyonê têne belavkirin. Di belavokan de tê gotin ku, li Bazîdê ciwanek ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin. Aktaş got ku gel ji ber vê yekê bi fikare. Aktaş da zanîn ku, di belovokê de tê gotin wê gel îro di demjimêr 12.00'an de ber avahiya BDP'ê daxuyanî bê dayîn.
Aktaş dest nîşan kir ku, ev tevgereke kontrayî ye û bi vî rengî dixwazin BDP'ê weke hedef nîşan bidin û provokasyonê derxin. Fikara wan ewe ku weke Geverê provokasyon bê derxistin. Aktaş derbirî ku, ji ber vê rewşê niştecihên navçeyê bi fikarin.