Li Başûr gel li ser sinduqane
HEWLÊR 21.09.2013ANF Başûrê Kurdistanê piştî çar salan şûnde ji bo diyarkirina parlementoya xwe diçin ser sindokan. Hejmara kesên ku deng bidin 2 milyon 818 hezare. Di hilbijartinê de tenê ne hilbijartina 111 kursiyên di parlementoyê de ye, wê dengeyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di demê bêde çewan bên rûnişkandin bên diyarkirin.
Herêma Federala Kurdistanê piştî çar salan şûnda cardin ji bo nûkirina parlementoya xwe diçin ser sandikan. Tê payin ku di dawiya hilbijartinan de hikûmetekî koalisyon bê hilbijartin. Bê YNK’ya bê Celal Telabanî ku bikeve hilbijartinan wê weke di ezmûnekê re jî derbaz bibe. PÇDK cara yekê tevlî hilbijartinan dibe. Tê payîn ku dengên ji bo tevgerên îslamî biçin bilin bibe.
Başûrê Kurdistanê ku şêniya xwe li derdora 4 milyon 800’ê ye, wê îro 2 milyon û 818 hezar û 669 kes ji bo dana dengên xwe biçin ser sandikan.
WÊ 2 MILYON 800 DENG PARLEMENTOYA KU JI 111 KESÎ BI HILBIJÊRIN
Roja Pêçşemê deng dayîn bi hêzên asayîşê , nexweşan û girtiyan destpêkir. Komisyona hilbijartinê ragihand ku tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 93.3 ye. Ji 154 hezar 739 kesî 144 hezar û 434 kesî dengê xwe bi kar aniye.
31 partî tevlî hilbijartinên parlementoyê dibin. Lê gelek jî di rewşa partiyên biçûk de ji ber tevlî dibin di lîstê de 27 partî û çar namzetên serbixwe tên dîtin. 19 partî yên Kurdistanê û yên din jî yên keme miletên weke Tirkmen, Asurî-Suryanî, Keldanî ne. Di hilbijartinan de wê her kesek du dengan bi kar bîne, yek ji bo partiyê û ya din jî bo namzet bê bi karanîn.
Di hilbijartinê de beraj nîne tenê li gorî sediya dengên hatîn sitandin hejmara kursiyan hatiye diyarkirin. Wê 111 namzet mafê ketina di parlementoyê de werbigrin. Ji vana 11 ji bo kêmenetewan hatiye veqetandin. Her partiyek neçare ji sedî 30 kotaya jinê bi carbine.
HAWAYA KU HILBIJARTINAN AFIRANDÎ
Hilbijartinên Herêma Federala Kurdistanê vê carê di hewayekî cuda de pêk tên. Li aliyekî degneyên di navbera Bexdad û Hewlêr yên petrolê û li aliyê din pêşketinên ku li ser sinorê wê yên li Sûryeyê û Rojavayê Kurdistanê çêdibin.
Ji yên herî nêzî wê ku di nava têkiliyan deye Tirkiye jî piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Newroza 2013 ku pêvajoyekî demokratîk daye destpêkirin şer hatin rawestandin. Her wiha hilbijartin di demeke ku di mijara kurdan de Kongireya Navnetewî heyî de pêk tên.
Kongireya Navnetewî ya Kurdan ku wê pêş hilbijartinan bihata kirin cardin ji ber sedema hilbijartinan hat taloxkirina piştî hilbijartinan.
TEXMÎN DI ALIYÊ KOALISYONÊ DE NE
Ji ber kiryarên partiyên KDP û YNK’ê yên ku di dema 17’ Şibata 2001’an de ji ber xwepêşandanekî de 12 kesî jiyana xwe ji dest dayî wê di dengên partiyên desthilatdar de ketin çêbike tê payîn.
YNK CARA YEKEM BÊ TALABANÎ TEVLÎ HILBIJATINAN DIBE
YNK vê carê wê bêy “Mam Celal” bikeve hilbijartinan. Serokê YNK’ê û Serok Komarê Îraqê Celal Telabanî yê ku 79 salî, ji ber pêş 9 mehan nexweşiya xwîn çûye ser mejiyê wî derbaz kirî, rakirin nexweşxaneyek li Elmanya.
Li gorî rojnamevan û analîstan wê di dengên YNK’ê de rêjeya deng danê bikeve. Di aliyê din de wê di vê hilbijatinê de ev ji bo YNK’ê bibe ezmûnekî mezin.
TÊ PAYIN KU DI PARTIYÊN ÎSLAMÎ DE BILIND BUN ÇÊBE
Tevgera Goran ya ku erka muxalefetê dileyize, çav li rêye ku partiyên Îslamî û partiyên çepgir dengên wan zêde bibin.
Tevgera Goran pêş demekî ji YNK’ê veqetiya ku rêxistina xwe çêkir. Bi hilbijatina ku yekem car tevlî bûyî bi 25 dengan derbazî parlementoyê bû û di herêmê de bû partiya 3. ya bi serketî. Ev serkeftina xwe bi rê derketina partiyên desthilatdar ya ku cardin bi bîra gel anîn û hêrsa gel rê da ku ev çend deng çêbibe.
EZMUNA YÊKEM YA PÇDK’Ê
Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê PÇDK cara yekeme ku tevlî hilbijartinên Başûrê Kurdistanê dibe, di sayaseta Başûr de nûbûnekê îfade diki.
Eleqeyekî mezin ya girseyên çep gir ji bo PÇDK’ê heye ji ber xweta ku li ser dimeşe.
PÇDK ku bi hejmara 113 dikeve hilbijartinan û jê 14 jin bi 38 namzetan dikeve hilbijartinan.
PÇDK’nin benimsediği siyasal çizgi bölge genelinde özellikle sol kesimler arasında büyük ilgiyle karşılanıyor.
Di pêvajoya hilbijartinan de tişta ku herî xwe da pêş, pêwistiya Başûrê Kurdistanê ya ku bi rêveberiyekî demokratî e.
Di pêş hilbijartinan xwebatên PÇDK’ê hatin astang kirin. Dema ku meşa hewlêr hat astang kirin, li gelek cihên din jî xwebatkarên PÇDK’ê hatin derb kirin û rastî êrişên bi çek hatin.