1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Başûr xebatên ji bo lidarxistina Kongreya Netewî didomin
Li Başûr xebatên ji bo lidarxistina Kongreya Netewî didomin,li,başûr,xebatên,ji,bo,lidarxistina,kongreya,netewî,didomin

Li Başûr xebatên ji bo lidarxistina Kongreya Netewî didomin

A+ A-

PEYWEND KURDÎ/HEWLÊR / ROJNEWS Hewldanên lidarxistina Kongreya Netewî li herêma Kurdistan didomin. Şanda KCK û KJK’ê duh li gel Partiya Demokrat Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) hevdîtinek pêkanîn. PDK-Î piştgirî da lidarxistina Kongreya Netewî. Şanda KCK û KJK’ê serdan û hevdîtinên xwe yên ji bo Kongreya Netewî bi partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re didomînin. Bivê armancê şanda KCK û KJK’ê duh li bajarokê Koyê bi Partiya Demokrat Kurdistanê - Îranê (PDK-Î) re hevdîtinek pêkanî. Di şanda KCK Û KJK’ê de Ferhan Amara, Cemal Erdal û Buşre Elî û ji aliyê PDK-Î jî cigirê sekreterê giştî Hesen Qadir Zade, Helîme Resûl û Elî Bîdaxî amadebûn. Di serdanê de nûnerê Koma Civakên Kurdistan yê başûrê Kurdistan Ferhan Amara li ser giringiya Kongreya Netewî axivî û diyar kir ku di rewşa niha de tê xwestin ku Kurd hemû yekbin û tenê peyamek ya Kurdan a ji bo cîhanê hebe. Amara balkêşa ser Komara Kurdistanê û wiha axivî: “Peyama Komara Mihabada ya destpêkê Netewiya Kurdistanê bû, ji bo vê li hemû beşên Kurdistan vê ezmûnê bi destkeftiyên netewî dizanin. Ji bo wê divê rewşê de pêwistiya partî û aliyên siyasî bi yekitiyê heye. ” Cîgirê sekreterê giştî yê PDK’ê Mistefa Mewlud jî di hevdîtinê de axivî û got ku pêkanîna Kongreya Netewî daxwaz û xwesteka hemû partiyên siyasî û hemû xelkê beşên cûda yên Kurdistanê ye. Mewlûd wiha got: “Em piştgiriya lidarxistina Kongreya Netewî dikin û ji bo lidarxistina Kongreya Netewî tişta bikeve ser milê me, emê bikin.”