Li Başûrê Kurdistanê qirkirina jinan!
Li Başûrê Kurdistanê tundiya li dijî jinan gihiştiye astek herî jor. Raporên derbarê tundiya jinan de tên amadekirin mirov matmayî dihêle. Tenê li Hewlêr, Dihok û Silêmanî nêzî 100 jin hatine kuştin an jî xwe kuştine, 134 jin li rastî tacîz û tecawuzê hatine. Nêzî hezar jinan jî li rastî tundiya malbatê hatine.
Her ku diçe rewşa jinan li Başûrê Kurdistanê ber bi metirsiyê ve diçe. Li Başûrê Kurdistanê jiyana jinan di bin metirsiyek mezin de ye. Lê rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî vê yekê bêdeng in. Bi dehan car kujerên jinan bê ku bêne cezakirin, serbest têne berdan. Herwiha tişta ku balê dikişîne, piraniya termên jinan ên tên dîtin şewtîne.
HEWLÊR, DIHOK, SILÊMANÎ
Li gor îstatîstîkên Rêveberiya Giştî ya Lêloînên Tundiya li Dijî Jinan, di sala 2010’ê 134 jin li rastî tacîz û tecawizê hatine. Li gor vê amarê di sala 2010’ê tenê li Hewlerê 38 jin hatine kuştin, 12 jinan xwe kuştine, 26 jin jî ji aliyê malbatên xwe hatine kuştin. Li Dihokê jî sala borî 25 jin hatine kuştin, 10 jin ji aliyê malbatên xwe hatine kuştin 15 jinan jî xwe kuştine. Herwiha li Silêmanî jî 33 jin hatine kuştin û li navçeya Germiyanê jî 9 jin hatine kuştin.
SEDEMÊN NAYÊN BAWERKIRIN!
Di her dema ku îstatîstkên tundî û kuştinên li dijî jinan tê amadekirin de diyar dibe ku piraniya jinên ku hatine kuştin an jî xwe kuştine termê wan bi awayek şewitî hatiye dîtin. Ev yek jî bi xwe re gumanên saziyên parastina mafên jinan û rayagiştî tîne.
Li gor heman raporê di sala 2010ê de li Hewlerê 166 jin şewitîne, 64 jinan xwe şewitandine û 102 jin jî bi rûdanên cur bi cur de (teqîna tûpan, di dema dagirtina sopayan de) şewitîne.
Li Dihokê jî 85 jin şewitîne, li Silêmanî 153 jin şewitîne û 104 jinên din jî di rûdanên cur bi cur de şewitîne, 49 jinan jî xwe şewitandine. Li navçeya Germiyanê jî 37 jin şewitîne, 9 jinan xwe şewitandine û 28 jin jî di rûdanên cur bi cur de şewitîne.
Li gor raporê 2 hezar û 482 jinan gilî tomar kirine û li Hewlerê û derdora wî îşkence li 234 jinan hatiye kirin û li Silêmanî jî îşkence li 834 jinan hatiye kirin.
Rêveberê Giştî yê Lêloînên Tundiya li Dijî Jinan Kurdo Omer derbarê vê mîjarê de got; “Li gor vê raporê de kuştina jinan bi hinceta ‘namûsê’ li Kurdistanê kêm bûye lê xwekuştin zêde bûye ji bo wê yekê jî em niha mijûlî komkirina pêşniyara rêxistin, çalakvanên warê jinan in ji bo ku hewla çareserkirin û kêmkirina rêjeya şewata jinan û rewşên din bidin.”
SAZÎ, RAYEDAR Û PARLEMENTO BÊDENG E
Herçendî tundiya li dijî jinan gihiştiye astekê herî jor, lê belê li beramberê vê yekê tedbîr nayên girtin û bênavber kuştinên jinan berdewam dikin. Bi taybet di mijara kuştin û xwekuştinên li jinan a li Başûrê Kurdistanê de herî zêde ‘şewitîn û xweşewitandin’ derdikevin pêş. Ev yek jî bi xwe re gumanan tîne. Li gor pisporan piştî jin têne kuştin, ji bo bi riya otopsiyê kujer aşkere nebe cenaze tên şewitandin. Li hemberî vê yekê saziyên herêmê û parlementoya Herêma Kurdistan bêdeng e.
KUJER NAYÊN CEZAKIRIN
Li gor 448. madeya, 111. zagona cezakirinê ya destûra bingehîn a Iraqê ku sala 1962 derketiye, ger jin di bin navê namûsê de werin kuştin, ne suc e, “Namûsa xwe paqij kiriye.” Herçendî ev made di destûra bingehîn a Herêma Kurdistanê de, di sala 2008 de hatibe guhertin jî, lê heta niha jî li Başûrê Kurdistanê kujerên jinan bê ku werin cezakirin bi hincetên din tên berdan.
Hêjayê gotinê ye ku ji beriya niha Serokê Herêma Kurdistan efûyek derxistibû û gelek kujerên jinan li ber vê efûyê ketibûn.
ÇAPEMENÎ NAKE MIJAR
Herçendî ev kuştinên jinan bi awayek sosret zêde dibin, lê çapemeniya Başûrê Kurdistanê ev yek zêde nake mijar û piraniya organên çapemeniyê li hemberî vê yekê bêdeng dimînin. Tenê hinek ji vana dibin mijar.
ANF NEWS AGENCY