1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li başûrê Minbicê şer: 16 çete hatin kuştin
Li başûrê Minbicê şer: 16 çete hatin kuştin,li,başûrê,minbicê,şer,16,çete,hatin,kuştin

Li başûrê Minbicê şer: 16 çete hatin kuştin

A+ A-

MINBIC – Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ’ê li deriyê başûr ê ketina bajar, derbas kirin û ber bi Çerxerêya Aşên Minbicê ve çûn. Di şerê li vir diqewime de 16 çete hatin kuştin.

Operasyaon ‘Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla’, ya ku Meclîsa Leşkerî ya Mibicê ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê daye destpêkirin di roja xwe ya 27’an de didome. Şervan rojane serkeftinên mezin bi dest dixin û pêşve diçin.

Li gorî agahiyên ku Nûçegihanên ANHA’yê yên ku operasyonê ji nêz ve dişopînin, ragihandin ku şervanên meclîsê li deriyê başûr ê ketina bajar gavek din jî pêş de çûn.

Nûçegihanan diyar kirin ku şervanên meclîsê ber bi Çerxerêya Aşên Minbicê ku 1 km li bakurê depoyên genim ên bajar e ve, pêşve çûne. Bi vê yekê şervanan xeta parastinê ya çeteyan a li aliyê başûrê bajar a li ser riya Minbic- Meskene, derbas kirin.

Ev pêşketina şervanan meclîsê di çarçoveya pevçûnên dijwar ên ku şevê din di saet 02.00’an de destpêkirin û heta niha didomin de hat pêk anîn. Bi qasî ku hatiye zelalkirina heta niha 16 çete hatine kuştin.

Şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe didome.

(dm)

ANHA